Dozgerê Komarê telefonên welatiyên Roboskiyê guhdar dike
Dozgerê Komarê telefonên welatiyên Roboskiyê guhdar dike
Dozgerê Komarê telefonên welatiyên Roboskiyê guhdar dike
Piştî welatiyê Roboskiyê Veli Encu ku birayê xwe Serhat Encu û 11 xizmên xwe di komkujiya Roboskiyê de windakirin dema çû li Dozgeriyê îfade bide derket holê ku telefonên welatiyên Robokiyê ji aliyê dozgerê Qilebanê ve tê guhdarkirin. Veli Encu, diyar kir ku dozger der barê wî de dosyayek pir tije amade kiribû. Encu, anî ziman ku ew dê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin.
Li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên F 16 yên tirk liser welatiyên Roboskiyê bombe barandibûn û 34 welatiyên sivîl hatibûn qetilkirin. Di komkujiyê de 11 xizmên Velî Encu hatin qetilkirin. Ji roja komkujiya Roboskiyê heta niha Velî Encu ji bo ku bûyer ronî bibe di nava hewldanan deye. Komkujiya ku Komisyona Mafên Mirovan a Meclisê heta niha der barê ronîkirina wê de tu gavên ronîkirinê neavêtiye, daraz ji nêz ve welatiyan dişopîne û telefonên hemû welatiyan guhdar dike. Piştî dozgerê Komarê yê Qilebanê ji bo îfadeyê bang li Veli Encu kir, derket holê ku telefonên welatiyên Roboskiyê ji aliyê Dozgerê Komarê ya Qilebanê ve tên guhdarkirin.
Velî Encu ku birayê wî Serhat Encu jî di navde 11 xizmên wî di komkuiyê de jiyana xwe ji dest dan, ji ber lêpirsînekê çû li Dozgeriyê îfade da. Piştî çû li dozgeriyê îfade da derket holê ku dozger telefonê welatiyên Roboskiyê guhadr dike. Velî Encu ji nûçegihanê DÎHA'yê Abdurrahman Gök re axivî û wiha got: "Dema Hevsera Serkowezîr Recep Tayyip Erdogan Emîne Erdogan hat gundê Roboskiyê li ser navê welatiyan min daxuyanî da. Dozger daxuyaniya wê demê ji min pirsî. Min di daxuyaniyê de gotibû "Ez dixwazin aliyê siyasî û leşkerî bê pirsîn" Dozger pirsa "siyasi" ji min pirsî. Di çarçoveya lêpirsînê de ji 12'ê Adara 2012'an heta niha telefona min tê guhdarkirin. Ji wê demê heta niha telefona min dê guhdarkirin. Dozya ku ez bi ajansa we re axivîme û bi sedan nûmarayên telefonan têde hatiye vekirin. Ji min re bi awayekî veşarî got dest û devê xwe girê bide û li cihê xwe rûne."
Ecu, anî ziman ku di ser komkujiyê re 420 roj derbas bûn, lê heta niha ji bo komkujî bê ronîkirin tu gav nehatine avêtin. Le dijberî vê ve yekê dozger ji bo wan şopandinek hûr daye destpêkirin. Dewlet li şûna bersûcan ceza bike dixwaze dîsa me ceza bike. Rojek berê xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî hatibûn mêvanên me. Lê polîsan helwestek şerab nîşan dabû û me helwesta polisan şermezar kiribû. Ji ber vê yekê em dîsa bûn hedefa darazê. Komkujiyê em pir xemgîn kirin. Lê yê bêtir me xemgîntir dike, daraz li şûna bersûca bibîne û darizîne, bêtir mexdûran dadirizîne û dişopîne.
Encu, anî ziman ku dema çû îfadeyê bide dozgerê Komarê yê Qilebanê ji bo wan dosyayek gelek mezin amade kiribû û rastî dosyayek pir mezin hat. Encu, da zanîn ku kesê li mafê xwe digere her tim bi endamtî û alîkariya PKK'ê tê darizandin û naxwaze kes li mafê xwe û hiqûqê bipirse. Encu, da zanîn ku dozger û daraz ji wan dixwaze kesên ker, kor û lal û her tim bejê li ber wan ditewîne hebin û kesên li doza xwe degerin rastî lêpirsîn û cezayan tên.
Encu, anî ziman ku ji ber wî di daxuyaniyê de gotina "Siyasî" jî lê zêde kiriye û tenê negotiye "Leşkerî" tê darizandin û ger ku tenê gotina "Leşkerî" bikar anîbuya dê nehata darizandin.
Encu, destnîşan kir ku dê lêgerina wan a edalatê bidome û heta ser bûyerê ronî nebin dê têkoşîna xwe berdewam bikin û li mafê xwe yê hiqûqi bigerin. Encu, destnîşan kir ku heta kujer û berpirsiyar bên dîtin û darizandin dê lêgerîna wan a edaletê bidome.