Doza Somayê hat taloqkirin
Ji bersûcên Qetlîama Somayê Can Gurkan hewl da sûcê xwe binixumîne, parêzer jî bi “endamtiya rêxistina terorî” sûcdar kir.
Ji bersûcên Qetlîama Somayê Can Gurkan hewl da sûcê xwe binixumîne, parêzer jî bi “endamtiya rêxistina terorî” sûcdar kir.
Li navçeya Soma ya Manîsayê 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabû. 14’emîn rûniştina doza Qetlîama Somayê, 46 kes tên darizandin ku 6 jê girtî ne, li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê hat dîtin. Rûniştina piştî nîvro ya dozê bi beyanên bersûcên girtî û berdayî yên têkîldarî rapora pispora dewam kir. Ji bersûcan Can Gurkan got ku rapora pisporan zanistî nabîne û îdîa kir ku mîna rapora beriya wê, bi agahiyên sexte hatiye amadekirin. Gurkan ê ku got raporê qebûl nakin, ji rêgeza wekheviya hiqûqê bi guman e û pirsî ku Hayrî Kebapçilar ê ku der heqê wî de doz hatî vekirin çima berdayiye.
GURKAN: DORA DOZÊ JI HÊLA RÊXISTINÊN TERORÎ HATIYE DORPÊÇKIRIN!
Gurkan, got parêzerên muştekî hewl didin nêrînan bidin avakirin û şaîbeyan tevî dozê dikin, wiha got; “Ev doz wisa naçe, wê herî dawî rastî derkevin.” Gurkan got, raya giştî darizandinê naxwaze û dixwaze yekser rêveberên şîrketê bên cezakirin, wiha dewam kir; “Niha dora vê dozê ji hêla rêxistinên terorî hatiye dorpêçkirin. Em dizanin bê ev kî ne. Em bi van re mijûl dibin. Hem mirovan dikujin hem jî li vir derdikevin û mafan diparêzin. Lê dema em dibêjin ev bûyer sabotaj e, sûc dihesibînin.”
JI PARÊZERÊ BERSÛC PARASTINA XERÎB
Parêzerên bersûcan jî xwestin miwekîlên wan bên berdan, kesên pispor li salonê bên guhdarkirin û hevdîtinên Whatsapp’ê pêşkêşî dozê bêne kirin.
Ji parêzerên bersûcan Kadîr Çetîn, îfade kir ku dozgerê rûniştinê ji bo dosyayek wek vê berdan xwestiye, lê fêm nake ku çima di vê dosyayê de daxwaza girtinê dike. Parêzer Çetîn got, “Serokê dadgehê û dozger, hûn ji heman bajarî ne, ji ber wê hevpariyê dikin.” Ev parastina Çetîn, di salonê de ji hêla serokê dadgehê û yên din bû mijarek pêkenok.”
Heyeta dadgehê doz taloqî sibehê kir.