Doza siyasetmedarê Kurd Demîr destpê kir
Doza ku siyasetmedarê Kurd Demîr jê tê darizandin destpê kir
Doza ku siyasetmedarê Kurd Demîr jê tê darizandin destpê kir
Doza ku siyasetmedarê Kurd Demîr jê tê darizandin destpê kir
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê doza ku siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr bi sûcdariya endamtiya PKK’ê tê darizandin destpê kir. Bi sedema qanûna “antî teror” xala 129b a piştî êrîşên 11’ê Îlonê li Emanyayê ket meriyetê ji meha Tebaxa bihurî ve ku Demîr girtiye, yek ji parêzerên Demîr Rainer Ahues, bang li dewleta Elmanya kir ku polîtîkaya xwe ya li hember Kurdan li ber çavan re derbas bike.
'PÊWÎST E QEDEXEYA LI HEMBER PKK’Ê RABE, GIRTÎ BÊN BERDAN'
Beriya rûniştina dozê ji aliyê Platforma ji Mehmet Demîr re Azadî û Piştgirî li ber Dadgeha Eyaleta Hamburg mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de Parlamenterên Partiya Çep a Hamburg Martin Dolzer û Cansu Ozdemîr jî ku amade bûn hat xwestin qedexeya li hember PKK’ê bê rakirin, Demîr û tevayî girtiyên PKK’yî bên berdan.
Doz di nav tedbîrên zêde bi xwendina îdîanameya Dozgeriya Federal a Elmanya destpê kir.
'PÊWÎST E DEWLETA ELMAN POLÎTÎKAYA XWE YA LI HEMBER KURDAN LI BER ÇAVAN RE DERBAS BIKE'
Parêzer Rainer Ahues, pêşveçûnên li Rojhilata Navîn nirxand û got ku armancên PKK’ê di pergala konfederalîzma demokratîk a li Rojava hatiye avakirin de tê dîtin. Ahues diyar kir ku pêwîst e têkoşîna Kurdan a li Şengalê û Kobanê li hember çeteyên DAIŞ’ê yên hov tê meşandin li ber çavan re bê derbaskirin û PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin. Ahues, di vê çarçoveyê de bang li dewleta Elman kir ku polîtîkaya xwe ya li hember Kurdan li ber çavan re derbas bike.
DEMÎR: NÊRÎNA AKP'Ê YE
Demîr, axaftina xwe bi Kurdî kir û got ku îdîaname wek nêrîna hikûmeta AKP’ê ye. Demîr diyar kir ku projeya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye li cîhanê ji aliyê gelek derdoran ve tê destekkirin.
Li Elmanyayê heta niha 5 siyasetmedarên Kurd ji ber xala 129b ceza girtin.
ROJÊN RÛNIŞTINA DOZÊ
Rojên rûniştinên doza Demîr ku her roj saet 09.00'an li OLG Hamburg, Sievekingplatz 3 pêk tên wiha ne: 21, 28, 29 Gulan û 2, 3, 10, 11, 17, 18, 24, 25 Hezîran."