Doza sîxûrê MÎT’ê Sayan dewam kir
Kenan Koç di sîxûrê MÎT’ê Sayan de Kenan Koç axivî û got: ‘’ Biya min, li gel ev qas gumanên li ser jî, ku hê jî Mehmet Fatîh Sayan wiha rehet e, ez bawerim nakim sîxurekî jirêzê ye.’’
Kenan Koç di sîxûrê MÎT’ê Sayan de Kenan Koç axivî û got: ‘’ Biya min, li gel ev qas gumanên li ser jî, ku hê jî Mehmet Fatîh Sayan wiha rehet e, ez bawerim nakim sîxurekî jirêzê ye.’’
Doza sîxûrê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan, ê ku derbarê siyasetmedarê Kurd agahî dida sîxûriyên girêdayî MÎT’ê, li Dadgeha Cezayê Giran ê Hambûrgê berdewam kir. Sayan duh jî gelek pirsên bi gotinên ‘nayê bîra min, nizanim’ di ser guhê xwe re avêt.
Da danişîna duh a dozê de Hevserokê Komeleya Bratiyê ya Bremenê Kenan Koçe weke şahid axivî. Koça li ser hevnasîna bi Sayan re got, ‘’Xwe weke derhênerê bernameyeke Denge TV da naskirin. Li Komeleya Bratî carekê me hev dît. Her wiha piştre ez hîn bûm ku carekê hatiye pirsa mink iriye.’’
Koç got di meşekê Bremenê de, ku armanca meşê rakirina destlênedana li ser parlamenterên HDP’ê bû, Sayan li gel ku di meşê de ne peywirdar jî bû qeyda kamerayê digirt, wene digirtin û got: ‘’Ji ber ku yek ji organîzatorê meşê ez bûm bi bîra min nayê ku min peywireke wiha dabûyê. Çavdêriya min ew e ku dixwest xwe nêzî me bike lê tevger û axaftinên bi min pir nexweşik dihatin û bi min xwîntehl dihat. Dema ku gote min ew çûye gundê me, dê û bavê min nas kiriye û derbarê min de têra xwe agahî wergirtiye ez şaş mam û min jê guman bir. Tevger û axaftinên wî ne jidil bûn. Weke ku di Denge TV de bi pozîsyoneke girîng be xwe nîşan dida. Heta ji min hat min xwe jê dûr girt. Jixwe tenê careke yan du caran bi kurtî me hev ditiye.’’
WÊNEYÊ POLÎSAN SERWÎS KIR
Dema ku dadger pirsî, ‘’Sayan, di meşê de qet wêneyê polîsê sivîl ê Elman girtine, biya te bi çi mebestê wêne digirtin?’’ Koç got: ‘’Ez bawer nakim wêneyên ku digirtin ji bo bîranîneke bêguneh digirtin. Biya min ev wêne dişandin ji wan kesên ku ew ji wan re dixebitî.’’
DIXWEST SPEKULASYONAN ÇÊBIKE
Biya min wêneyê polîsekî sivîl ê ku girtî, weke ku şefê polîsan be şandiye û û bi vê xwestine têgihiştineke wiha çêbikin; wek ku di navbera tevgera PKK’ê û polîsên Elman de girêdanek hebe. Ev têgihiştin û têgihiştina dewleta Tirk li hev dike. Belkî jî bi van wêneyan xwestin ku bikeve çav amîrên xwe de. Biya min, li gel ev qas gumanên li ser jî, ku hê jî Mehmet Fatîh Sayan wiha rehet e, ez bawerim nakim sîxurekî jirêzê ye.’’
Piştî Kenan Koçe Sayan got li gel Koç bi gelek kesan re jî wêne girtine lê negot bê ka çi ji wêneyan kirine.
POLÎSÊ LI ENQERÊ AQIL DAYE
Sayan got, piştî nûçeyên di çapemeniyê de yên derbarê xebatên sîxûriyê PKK’ê gelek caarn gef lê xwariye û ji bo vê jî serlêdana îltîcayê kiriye û li ser navê MÎT’ê dest bi xebatan kiriye. Sayan got piştî nûçeyên derbarê wî tirsiyaye û ji bo alîkariyê hewl daye ku bi Kemal Sakîn re, bi telefonê biaxive, ku Sakîn di TEM’ê ya Enqerê de peywirdar e û got, ‘’Min xwe negihandiyê, piştre ew li min geriya û hin pêşniyar li min kirin.’’
Li ser pirsa ‘pêşniyarên çawa?’ a dadger, Sayan got, jê re gotiye ku ew deşîfre bibe wê ziyanê bide saziyên ku ew girêdayî wan e û jê re gotiye, ‘’Xwe bigihîne Yuksel Koç, wan qanih bike ku tu sîxuriyê nakî.’’
TALOQÎ 6’Ê COTMEHÊ BÛ
Rûniştina beriya niha jî Sayan gotibû ji bo serlêdana wî ya îltîcayê qebûl bibe ji MÎT’ê re xebitiye, vê carê têkiliya xwe ya bi MÎT’ê re înkar kiriye, înkar kiriye di ber pereyan de teklîfî Cîhan Erol nekiriye ku bibe sîxur û ji MÎT’ê jî ti pere wernegirtiye.
Danişîna dî ya Sayan 6’ê Cotmehê saet 10.00’an wê pêk were.