Doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê didome
Doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê didome
Doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê didome
Doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê ku 205 siyasetmedar û aktîvîstên mafê mirovan tên darizandin bi parastinan didome. Endama berê ya BDP PM’ê Emîn Caynak parastina xwe kir û got: “Dozger li ser endamtiya KCK’ê delîl nediye û pitşre li ser qeydê min yên berê û sîcîla min tiştan diafirîne. Xuyaye ku dozger li ser niyetê ez kirime endama KCK’ê.
8’emîn danişîna Doza Sereke ya KCK’ê ya Stenbolê ku 91 jê girtî 205 tên darizandin bi parastinan didome.
Danişîna li 15’emîn dadgeha cezaya Giran a Stenbolê tê dîtin 75 girtî, 2 kesên ne girtî û parêzer û xizmên girtiyan tevli bûn. Danişîn bi parastina Emîne Caynak dest pê kir. Caynak da zanîn ku berê jî tevli parastina hevpar bibû.
Caynak got dozên KCK’ê ji sedî de dozê siyasî ne û got: “Ev ji aliyê rayedarên AKP’ê ve bi awayekî vekirî dertê holê. Divê heyeta dadgehê vê qebûl bike. di şexsê me de BDP’ê darizandin. Lê tu aliyê wê yê hiqûqî nîne. Xebatên me hatine krîmînalîzekirin û îdianame hatiye amadekirin. Em ji ber ku siyasetek muxalîf dimeşînin li virin. Tê îdia kirin ku ez endama KCK’ê me. Ev ne li gorî rêbazên edelet û hiqûqê ne. Ez berê 10 sal û 3 mehan di girtîgehê de mam. Dozger dema delîlek şênber di endamtiya KCK’ê de nedît, serî li sîcîla min a berê û qeydên berê da. Xuyaye ku dozger li ser niyetê ez kirime endamê KCK’ê.”