Doza rûniştina Otlû pêk hat: Divê tecrîd bê rakirin!

Doza rûniştina Seroka Gitşî ya ESP’ê Çîçek Otlû pêk hat. Otlû ya di grevê de ku nehate berdan, silav li Leyla Guven kir û diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin.

Rûniştina doza Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çîçek Otlû û 2 endamên ESP’ê ku girtî tên darizandin li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Oltû û Alî Haydar Keleş bi rêya dîmen ji girtîgehên lê dimînin beşdarî rûniştinê bûn û Bedran Çogaltay jî di rûniştinê de amade bû.

Serokê dadgehê tespîta belgeyan kir û dest bi pêkanîna rûniştinê kir. Belgeyên hatin xwestin ji bo ku negihandin girtî û parêzeran dem hat xwestin.

Cogaltay ê tê darizandin diyar kir ku demek dirêj e girtî ne û xwest bê berdan.

Parêzera wî Sezîn Uçar jî diyar kir ku çalakî û şahiyên miwekîlê wê beşdar bûye hemû mafê yasayî ne û ji ber girtina wî ya dirêj xwest bê berdan.

'DAXWAZA LEYLA DAXWAZA ME YE’

Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Oltû jî parastina xwe kir û anî ziman ku çalakî û şahiyên beşdar bûye ne sûc in û ew li ser navê partiya xwe beşdar bûye. Oltu bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û got: “Ev 14 roj in ez jî di greva birçîbûnê de me. Ez çalakiya Leyla Guven silav dikim. Daxwaza wê Daxwaza me ye. Ji bo aştî were welat divê tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê hemû girtî bigîhîjin azadiya xwe. Ji ber vê dixwazim daxwaz bê qebûlkirin.”

Parêzera Oltû, Gulhan Kaya jî got girtina miwekîla wê ne hiqûqî ye û xwest bê tahliyekirin.

Alî Haydar Keleş jî da zanîn ku 14 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û divê Ocalan dikaribe bi parêzerên xwe re hevdîtin bike.

Parêzer Keleş Ozturk jî parastina miwekîlê xwe kir û xwest bê berdan.

RÛNIŞTIN HATE TALOQKIRIN

Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û xwest Adar Temel ê ne girtî tê darizandin bê girtin û qedexeya derketina derve danî ser yên ne girtî tên darizandin. Heyetê biryara dewama girtina Oltû, Keleş û Çogaltay jî da û rûniştin taloqî 26’ê Hezîranê kir.