Doza Melek Karaaslan taloqê 3’yê Cotmehê kirin
Doza Melek Karaaslan taloqê 3’yê Cotmehê kirin
Doza Melek Karaaslan taloqê 3’yê Cotmehê kirin
Li navçeya Hamur a Agiriyê jina bi navê Melek Karaaslan ku di encama îşkenceya hevser û malbata hevserê xwe de jiyana xwe ji dest da, danişîna doza wê, ji raporên li hevnayên taloqî 3’ê cotmehê hat kirin.
Li navçeya Hamur a Aigriyê li gundê Eşurgevuk jina bi navê Melek Karaaslan ku ji aliyê hevserê xwe Ferdî Karaaslan, xezurê xwe Kutbettîn û xwesuya xwe Naciye Karaaslan ve 3 mehan di tuwaletê de hat girêdan û her wiha 8 salan rastî îşkenceyê hat, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yildirim Beyazik a Dişkapi ya Enqreyê di tîrmeha 2012’an de jiyana xwe ji dest da. Doza der barê wan de hat vekirin 5’emîn danişîna wê li Dadgeha Cezaya giran a Agiriyê hat dîtin. Danişîna di saetên zû yên sibê de hat dîtin, malbata Karaaslan, parêzer û gumanbar Ferdî Karaaslan tevli bû.
Danişîna dozê ji ber lihevnehatine raporan taloqî 3’yê cotmehê kirin.