Doza kuştina Mûsa Anter taloqî meha Îlonê bû
7’emîn rûniştina doza Mûsa Anter û JÎTEM’ê, îro li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate kirin.
7’emîn rûniştina doza Mûsa Anter û JÎTEM’ê, îro li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate kirin.
Doza kuştina ronakbîr û nivîskar Mûsa Anter a di 1992’an de û birîndarbûna Parlementerê AKP’ê yê Mêrdînê Orhan Mîroglû bi doza JÎTEM’ê bibû yek a ku Mahmût Yildirim ê bi navê ‘Yeşîl’ jî hebû, îro li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate kirin.
DÎCLE ANTER, MÛHSÎN KIZILKAYA DEREWÎN DERXIST
Di dozê de şahidê wê demê Mûhsîn Kizilkaya jî axivî. Kizilkaya wê demê di rojnameya Ozgur Gundemê de dixebitî û diyar kir ku rojnameyê wê çaxê nedixwest Mûsa Anter biçe festîvala Amedê lê Mûsa Anter beşdarî festîvalê bûye. Kizilkaya îdîa kir ku Anter ji ber gefên rêxistinê nikaribûye were Amedê. Li ser vê gotinê kurê Mûsa Anter Dîcle Anter nerazîbûn nîşanî Kizilkaya da û got: “Rêxistinê di sala 87-88’an de nameyek ji bavê min re şandiye. Lê dûre lêborîn ji bavê min xwestiye. Di sala 1991’ê de min ev tişt ji bavê xwe pirsî, wî jî got, rast e lê ew mesele êdî qediyaye.”
BIRYAR
Dadgehê biryara xwe da û xwest şahidên wekî Nevîn Soyûkara, Celal Yeltekîn, Ferhat Unlu, Abdûrrahman Şîmşek bi riya SEGBÎS’ê werin gundarîkirin.
Heyeta mahkemeyê dîroka rûniştinê wekî 27’ê Îlonê diyar kir.