Doza 'Komîteya Rêbertiyê ya KCK'ê tê dîtin

Doza 'Komîteya Rêbertiyê ya KCK'ê tê dîtin

Doza 'Komîteya Rêbertiyê ya KCK'ê, ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de 50 kes bi awayekî negirtî tên darizandin, rûniştina wê ya 8. pêk hat. Parêzer Ercan Kanar ê di rûniştinê de parastin kir, bal kişand ser hevdîtinên di asta dewletê de bi Ocalan re tên kirin û destnîşan kir, ku darizandina parêzeran ji ber hevdîtinên bi Ocalan re, rewşeke trajîkomîk e.

Rûniştina 8. a doza 'Komîteya Rêvebertiyê ya KCK'ê, ku  parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de 50 kes bi awayekî negirtî tên darizandin, li 16. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê destpê kir. Di rûniştina dozê de 20 kesên bi awayekî negirtî tên darizandin, parêzer û xizmên wan, parêzerên ÇHD, OHD û ODAV û nûnerên rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî amade bûn. Di dema tespîta nasnameyê de hiqûqnasan bi Kurdî bersiva "Ez li vir im" dan û li ser navê parêzeran Ercan Kanar parastin kir.

Kanar ji heyeta dadgehê re got, "Em ê ji we biryareke dîrokî bixwazin, ku di dîroka hiqûqa we de bi tîpên zêrîn bê nivîsandin û bandorê li cîhana hiqûqê bike" diyar kir ku taybetmendiya hevpar a hemû parêzerên tên darizandin nasnameya wan a Kurd û mijûlbûna bi dozên Kurdan re ye. Kanar da zanîn ku lêpirsîna parêzerên bi hinceta endametiya "Komîteya Rêbertiyê ya KCK'ê" tên dairzandin bi egereke siyasî destpê kiriye û got, "Ji sala 1999'an û vir ve hevdîtinên parêzeran ên li Îmraliyê ji aliyê dewletê ve hatine kontrolkirin. Ji ber hevdîtinên ewçend hatine kontrolkirin girtina parêzeran, feqa dewletê ye."

Kanar ragihand ku bi dozê re pîvanên hiqûqa navneteweyî jî hatine binpêkirin û got, "Bi vê dozê re mafê aştiyê yê gelan jî derb xwariye. Gefê li mafê azadî û wekheviyê yê gelan dixwe."

Kanar bal kişand ser hevdîtinên di asta dewletê de bi Ocalan re tên kirin û destnîşan kir ku darizandina wan ji ber hevdîtinên bi Ocalan re rewşeke trajîkomîk e û got, "Ev doz têk çûye. Ji aliyê hiqûqî û siyasetî ve, li pêşiya demokratîkbûyînê lekeyeke tarî ye."

Kanar sedemên daxwaza berdanê aşkera kir û xwest, parêzer tavilê beraat bikin. Parêzerên di rûniştinê de mafê axaftinê girtin jî diyar kirin ku ew tevlî daxuyaniyên Kanar dibin û xwestin bên beraatkirin.

Ji rûniştinê re navbera nîvro hat dayîn û piştî nîvro wê rûniştin bi parastin û daxwaza parêzeran dewam bike.