Doza Gezî taloqî 21-23’ê Çile hat kirin
Doza Gezî taloqî 21-23’ê Çile hat kirin
Doza Gezî taloqî 21-23’ê Çile hat kirin
Yekemîn rûniştina doza ku bi sedema tevlî berxwedana Gezî bûne 81 endam û rêveberên ESP û HDP’ê tên darizandin piştî nîvro dewam kir. Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Beycan Taşkiran ê parastin kir got, "Îro mafê îsyanê yê bindestan tê darizandin.” Rûniştin taloqî 21-23’ê Çileyê hat kirin.
Yekemîn rûniştina doza ku 81 kesên di nav wan de rêveber û endamên ESP û HDP’ê tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 11. a Stenbolê pêk hat. Di rûniştina dozê de ku 81 kes bi awayekî negirtî tên darizandin, 69 bersûc amade bûn. li gel xizmên kesên tên darizandin, Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel, Serokê Giştî yê ESP’ê Sultan Ulusoy û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Şamîl Altan jî rûniştin şopandin. Piştî ku endama Desteya Rêveber a Navendî ESP’ê û Seroka Rêxistina ESP’ê ya Stenbolê Çîçek Otlu li ser navê kesên tên darizandin parastina hevpar kir kesên din din jî parastina xwe kirin.
Piştî parastinan parêzeran ji bo der barê delîlan de parastin bê kirin dem xwestin. Heyeta dadgehê li ser vê doz taloqî 21-22-23’ê Çileya 2015’an kir
Li gel vê endam û rêveberên ESP’ê bi armanca doza der barê wan de hatiye vekirin şermezar bikin, li ber edliyeyê daxuyanî dan. Parêzer Çagdaş Kuçukbattal got, "Raperîna Gezî berxwedaneke gelan e” û ti îdîaname û dadgeh nikare berxwedana mafdar a gel darizîne.