Doza Denîz Poyraz: Sancar xwest mudaxîl bibe

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di rûniştina doza qetilkirina Denîz Poyraz de axivî û xwest mudaxilî dozê bibe. Sancar diyar kir ku desthilatdarî berpirsê êrişê ye.

Danişîna duyemîn a doza Denîz Poyraz ku Onur Gencer jê tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bayrakliya Îzmîrê sê saet dereng dest pê kir. Eywana danişînê biçûk bû biryar hat girtin ku 100 kes dozê bişopînin. 

Dayik û bavê Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û Abdulllah Poyraz û xwişk û birayên wê, gelek parêzer, nûnerên rêxistinên hiqûqê, serokên baroyên Amed, Mêrdîn, Mûş, Îzmîr, nûnerên baroyên Stenbol, Bûrsa, Trabzon, Şirenx û Yalovayê beşdarî danişînê bûn. Kujer Onur Gencer jî li eywanê hat amadekirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar xwest ew jî mudaxilî dozê bibin û got “Ji ber ku ev êş êşa me ye. Hêrs hêrsa me ye, doz doza me ye. Kujer bi xwe jî diyar dike armanca wî HDP û avahiyên HDP’ê ye. Ev êriş dûmahîka êrişa li ser bi milyonan hilbijêran e.Desthilatdariya siyasî me dike hedef û zimanê nefretê belav dike. Mafê me heye ku em mudaxilî vê dozê bibin. Ev tişt li hemberî welat berpirsyariya me ye.” 

Serokê dadgehê diyar kir ku di danişîna din de ji ber dîmenên li ser medya dîjîtal hatine belavkirin Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê lêpirsîn daye destpêkirin. Dadger beriya danişîn dest pê bike hişyarî da û gef  li beşdaran xwar. 

Danişîn bi daxwazên saziyên dixwazin mudaxilî dozê bibin didome.