Doza Demîrtaş: Dadger li xwe mikur hat, ez alîgir im!

Di doza hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de dadger li xwe mikur hat û got “Ez aligîr im.” Li ser vê gotinê li salonê rageşiyê dest pê kir.

Rûniştina doza Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat.

Parêzeran têkildarî redkirina Demîrtaş a heyeta dadgehê parastina xwe domandin. Parêzeran hinceta daxwaza redkirinê eşkere kirin û mafê axaftinê wergirtin.

Parêzer Mehmet Emîn Aktar di parastinê de wiha got: “Yê herî azad ku li vir e serê sibê axaftina xwe kir. Muhtemelen ez ê nikaribim azad biaxivim.”

Parêzer Aydin Erdogan got: “Pêkanîna biryara DMME’yê ne hewceyî tu erêkirin û destûrê ye. Wesfa biryara darazê teqez e. Organên darazê bi biryarên didin tên bîra mirov.”

Serokê Baroya Amedê Parêzer Cîhan Aydin jî destnîşan kir ku li cihek daraza serbixwe tune be û ewlehiya dadger tune be, ne pêkan e li wir behsa biryare adil û rast bê kirin û got: “Em dizanin vê biryara we ya redkirinê serdestê qeweta we ye. Lê encax divê dawî li vê yekê bê anîn.”

Parêzer Benan Molû jî têkildarî hinceta redkirina heyetê wiha got: “Biryara DMME di malpera fermî de jî hat weşandin û piştî weşandina biryarê we eleqedar dike. Bi netahliyekirin û pêknenanîna biryarê binpêkirinê dewam kiriye.”

Di kêliya parastinê dewam dikir de karta rojnamegeriyê dane polîsan û di salonê de bûn. Ji ber vê yekê parêzer li ser piya man. Di navbera polîsan û serokê dadgehê de rageşî qewimî. Rojnamegerek li salonê danişînê dişopand wiha bertek nîşan da: “Nasnameya rojnamegeriyê didin polîsan. Danişîn tije polîs bûne.”

Parêzer Alîşan Şahîn mafê axaftinê wergirt û wiha bertek nîşan da: “We dadgeh ji gel revand û anî vir. Tevî ku kursiyên vala hene û ligel em parêzer in jî cih tuneye ku em rûnên.”

Piştre parêzeran rexneyên xwe yên ji serokê dadgehê alîgir domandin. Li ser vê yekê serokê dadgehê got “Ez alîgir im” û li salonê rageşiyê dest pê kir. Pişt re bi hinceta “pergala dadgehê xera bû” 10 deqîqe navber dan danişînê.