Doza Dedeogûllari: Polîsan êrişî malbatê kirin!

Di rûniştina doza Komkujiya Dedeogûllari de, kujerên nijarperest îfadeyên nakok dan. Polîsan jî êrişî xizmên Malbata Dedeogûllari kirin.

Di 12'ê Gulana 2021'ê de malbatên Çalik û Keleş êriş biribûn ser Malbata Dedeogûllari ya ji Qersê û têkildarî vê komkujiya nijadperestî li hemberî 9 kesan bi sûcdariya 'Hewldana kuştina mirovan bi zanebûn", "Birîndarkirina bi zanebûn" û "Binpêkirina destnedana avahiyê" doz hate vekirin. Rûniştina destpêkê ya dozê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê dest pê kir.

Yekane endamê Malbata Dedeogûllari Çetîn Dedeogûllari ku ji malbatê tenê ew maye, gelek xizmên malbatê, Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Karên Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, Parlamenterên HDP'ê Mûrat Çepnî, Huda Kaya, Zeynel Ozen û rêveberên partiyê tevlî rûniştina dozê bûn. Di rûniştina dozê de ku gelek parêzer tevlî bûn, balkêş bû ku du dozger lê bûn û cihê dadgehê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.

Di çarçoveya dozê de ji bersûcên girtî Alî Keleş (Kurê Velî) û Lutfî Keleş ên girtî bi rêya Sîstema Ragihandinê ya Deng û Dîmen (SEGBÎS), bersûcên negirtî Alî Çalik, Alî Keleş, Ayşe Keleş, Îbrahîm Keleş, Ramazan Çalik, Velîk Keleş û Yahya Çalik li salonê beşdarî rûniştinê bûn.

GOTINÊN NAKOK Û MIKURHATIN

Alî Keleş ê girtî tê darizandin, Baris Dedeogûllari yê hate qetilkirin sûcdar kir. Eşkere bû ku Keleş li dozgeriyê û emniyetê gotinên cuda gotiye. Keleş di îfadeya xwe ya li emniyetê de got kulm li Metîn Dedeogûllari xistiye, li dozgeriyê jî got bi ço lê xistiye. Keleş diyar kir ku di dema bûyerê de dengê çekê hat û îdîa kir ku nizane bê kê çek bi kar aniye. Di îfadeya li dozgeriyê de jî Keleş gotibû, Yaşar Keleş fîşek teqandiye. Serokê dadgehê got, "Tu dibêje ku nizane kê çek bi kar aniye, lê li dozgeriyê de navê Yaşar Dedeogûllari daye." Keleş jî li ser vê yekê got, "Wê demê ji min re bi wî rengî gotin, min jî îfadeya xwe welê da." Bersûcê girtî Lutfî Keleş jî îdîa kir ku bûyer di rê de qewimî û mikur hat ku bi ço êriş kiriye.

Alî Keleş jî îdîa kir ku êvara bûyerê wî dengê çekê nebihîstiye. Serokê dadgehê jî got, "Şopa teqandina fîşekê li ser destê de hate tespîtkirin. Ji vê re tu çi dibêje?" Alî Keleş jî got, "Çekeke min a ji fîşekên rast heye, beriya du sê rojan min teqandibû. Ramazan çek bi kar dianî." Serokê dadgehê got, "Te qet destê xwe neşuşt?" Keleş got, "Dibe ku beriya rojekê jî min teqandibe, baş nayê bîra min."

POLÎSAN ÊRIŞ KIRIN, SALON HATE VALAKIRIN

Yahya Çalik jî îdîa kir ku dema di ber mala Yaşar Dedeogûllari derbas dibû bûyer dîtiye.

Xizmên malbata Dedeogûllari jî jê re gotin "Derewan neke" û li ber rabû. Polîsan hewl dan malbatê asteng bike, xizmên malbatê jî nerazîbûn nîşan dan û gotin, "Hûn wan asteng nakin, lê me asteng dikin." Li ser vê yekê polîs bi ser xizmên malbatê ve çûn.

Polîsan xizmên Malbata Dedeogûllari li erdê dirêj kirin û êriş kirin.

Di dema êrişê de heyet ji salonê derket. Polîsan salon vala kirin.