Doza 12'ê Îlonê dîsa hat taloqkirin
Doza 12'ê Îlonê dîsa hat taloqkirin
Doza 12'ê Îlonê dîsa hat taloqkirin
Serokkomarê 7. û Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê Kenan Evren û Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Tahsîn Şahînkaya, ku darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona sala 1980 pêk anîn, darizandina wan li 12. Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê dewam kir. Ji ber ku Dozger nekarîbû mutaala xwe bîne ziman, doz hat taloqkirin.
Rûniştina 14. a Doza 12'ê Îlonê, îro saet di 10.00'an de li 12. Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê destpê kir. Di vê rûniştinê de diviyabû dozger Cemîl Tûgtekîn nêrina xwe ya li ser esasê bînê ziman, lê belê ji ber ku cihê wezîfeya wî hat guhertin û li Gebzeyê hat wezîfedarkirin, nekarî mtuaala xwe pêşkêş bike.
Şandeya dadgehê biryar da ku, daxwaza der heqê dorfirehkirina lêpirsînê de bê wergirtin, eger di vî warî de daxwaz neyê kirin, nêrîna xwe ya li ser esasê de were amadekirin. Şandeya dadgehê bi vê biryarê dosya dozê jinûve şand ji dozgerê komarê re.
Doz ji bo 27'ê Îlona sala 2013'an hat taloqkirin.