Dosyaya Makbûle Ozer cardin şandin ATK’ê

Serdozgeriya Komarê ya Wanê, ji ber ku di raporên ATK’ê de nakokî hebûn, dosyaya Makbûle Ozer cardin ji ATK’ê re şand.

Li navçeya Artemêt a Wanê li Makbûle Ozer a 81 salî bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê girtîgehê hatibû birîn û di 9’ê Gulana 2022’yan de hatibû girtin. Piştî cezayê wê ji bo salekê hate taloqkirin, di 7’ê Îlona 2022’yan de hatibû berdan. Saziya Tipa Edlî (ATK) derheqê Ozer de raporeke nû amade kir û îdia kir ku “dikare di girtîgehê de bimîne."

Li ser berteka xelk û saziyan, Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji ber nakokiyên di rapora ATK’ê de biryar da ku biryara heyî jinûve binirxîne.

Serdozgeriyê biryar jinûve nirxand û ji bo nakokiyên di navbera her du raporên ATK’ê de werin derbaskirin, biryar girt ku dosyayê ji ATK’ê re bişîne. Hat diyarkirin ku heta raporek nû ji ATK’ê neyê, Makbûle Ozer wê neyê girtin.