'Dostên' Erdogan ketin lîsteya terorê

Erebîstana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Bahreyn û Misrê, 59 kes û 12 saziyên li Qatarê 'terorîst' îlan kirin. Di lîsteyê de lîderê rûhanî yê Biratiya Misilman jî heye, ku Erdogan piştgiriyê dide.

Erebîstana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Bahreyn û Misrê belavokeke hevpar weşandin. Di belavokê de hat ragihandin, 59 kes û 12 saziyên li Qatarê, pêwendiya xwe bi terorê rê hene. Hat ragihandin, di vê lîsteyê de lîderê rûhanî yê Biratiya Misilman Serokê Yekîtiya Alimên Misilan a Cîhanê Yûsûf el Karadavî jî heye. Tê zanîn, Karadavî nêzî Erdogan û AKP'ê ye.

Li gorî belavoka ku di Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Erebîstana Siûdî (SPA) de hate weşandin, Serokê Yekîtiya Alimên Misilman a Cîhanê Yûsûf el Karadavî ku Qatar desteka wî dike 59 kes û 12 saziyên ji 9 welatan di nava 'lîsteya terorê' de hatine bicihkirin.

Di daxuyaniya hevpar de hat destnîşankirin, her çar welatên navborî diyar dikin; di têkoşîna dijî tundî û terorê de, di çikandina çavkaniyên fînansê yên terorê û parastina civakê ji îdeolojiyên tundiyê de, rêveberiya Doha bi erk û berpirsyariya xwe ranebûye. Hat ragihandin, kes û saziyên navên wan hatine dayin, pêwendiya xwe bi dewleta Qatarê re hene, ya jî li vî welatî ne. Di dewama belavokê de hat gotin, wê di rojên pêş de navên nû li vê lîsteyê werin bicihkirin.

Di lîsteyê de Mehdî Haratî jî heye, ku vî kesî di dema serdana Erdogan a ji bo birîndarên 'Mavî Marmara' de eniya Erdogan maçî kiribû.

Li gorî nûçeyan Reutersê, tevî Karadavî gelek karsaz û siyasetvanên vî welatî jî di lîsteyê de hene. Hat ragihandin, ji 59 kesên li lîsteyê hatin bicihkirin 26 ji welatiyên Misrê, 18 welatiyên Qatarê, 5 welatiyên Lîbyayê û 3 jî welatiyên Qûweytê ne. Ji Urdun û Bahreynê 2 kes, ji Erebîstana Siûdî, Yemen û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî jî kesek hene.