DMME'yê xwest ku wekîlên HDP'î bêne berdan

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya li ser Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û 12 wekîlên din ên dîlgirtî eşkere kir. Dadgehê xwest, wekîlên dîlgirtî bêne berdan.

Daîreya Bilind a DMME'yê di dosya wekîlên HDP'î de ku bi serlêdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re bû yek, biryara li ser Demîrtaş di Kanûna 2020'î de eşkere kiribû.

Daîreya Bilind a DMME'yê biryara li ser wekîlên din ên 4'ê Mijdara 2016'an hatin girtin, eşkere kir û biryar da ku gelek madde hatine binpêkirin.

DMME'yê biryara yekkirina dosyayan da û hikum da ku madeyên azadiya fikrî, mafê ewlekarî û azadiyê, darizandina di demeke maqûl de, astengkirina xwegihandina dosyaya lêpirsînê hatine binpêkirin.

Dadgehê diyar kir ku di nava van şert û mercan de girtîhiştina serlêdêran wê bê wateya dirêjkirina binpêkirina maf û binpêkirina berpirsyariya dewletê.

Daîreya Bilind biryara beriya niha ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û got, "Lewma DMME di wê baweriyê de ye ku ji bo berdana serlêdêran ên ji azadiyê bêpar hatine hiştin divê hikumet tedbîrên pêwîst hemûyan werbigire."

Her wiha biryar hate dayin ku ji bo Nûrsel Aydogan, Ayhan Bîlgen û Leyla Bîrlîk dewlet ji her yekî ji wan re bi 16 hezar Euro tazmînata manewî bide.

Di 4'ê Mijdara 2016'an de destpêkê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hatibûn destgîrkirin û piştre hatibûn girtin.

Heman şevê Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, parlamenter Selma Irmak, Leyla Bîrlîk, Gulser Yildirim, Abdûllah Zeydan, Ferhat Encu, Nîhat Akdogan û Nûrsel Aydogan ên hatin destgîrkirin, hatibûn girtin.

11'ê Kanûna 2016'an Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel û parlamenter Besîme Konca dema ji meclîsê derketin hatin destgîrkirin û girtin. Bûrcû Çelîk Ozkan a HDP'î jî 19'ê Nîsana 2017'an li Mûşê hatibû girtin.