DMME'yê di serlêdana têkildarî pirtûkên Abdullah Ocalan de Tirkiye mehkûm kir

DMME'yê di serlêdana Veysî Aktaş de ya têkildarî nedana pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tirkiye mehkûm kir.

Veysî Aktaş ku tevî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 40 meh in agahî jê nayê wergirtin, di sala 2016'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. Biryara li ser vê serlêdanê hate eşkerekirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê DMME'yê ji ber 'binpêkirina azadiya îfadeyê' Tirkiye mehkûm kir.

Her wiha biryar da ku Tirkiye hezar Euro tazmînatê di nava 3 mehan de bide.

Kopya pirtûka 'Çareseriya Şaristaniya Demokratîk' a ji 5 bergan a Abdullah Ocalan bi rêya postayê ji Veysî Aktaş re hatibû şandin, lê belê Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê nedabû.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî têkildarî mijarê di 6'ê Kanûna 2016'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.