DMME Tirkiyeyê mehkûm kir
DMME Tirkiyeyê mehkûm kir
DMME Tirkiyeyê mehkûm kir
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya têkildarî qetilkirina Gulperî O. ya li Îzmîrê ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin û piştre hate îdîakirin ku wê xwe kuştiye, aşkera kir. Ji ber ku dadgehên Tirk bûyer lêkolîn nekirine, Tirkiye hate mehkûmkirin.
Her çendî rapora otopsiyê ya Gulperî O. ji aliyê bijîşkan ve hate aşkerakirin û ti delîlên ku îdîaya “derman xwariye û xwe kuştiye” piştrast bikin nehatiye dîtin, lê dozgeriyê bûyerê lêkolîn nekir û biyara Gulerî “xwe bi xwe kuştiye” da.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) îro biryara xwe ya têkildarî qetilkirina Gulperî O. ya li Îzmîrê ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin, aşkera kir. Wê Tirkiye tazmînatê bide mexdûran.