DMME rewşa girtiyê nexweş Aktaş bi lezgînî xist rojeva xwe

DMME biryar da bi lezgînî serlêdana girtiyê nexweş Ergîn Aktaş lêkolîn bike û ji Tirkiyeyê re li ser rewşa Aktaş hin pirs şand.

Parêzerê girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa R ya Menemen a Îzmîrê tê girtin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da bûn. DMME biryar da ku vê serlêdanê bi lezgînî lêkolîn bike û ji Tirkiyeyê hin pirs pirsî. Dadgeyê ji Tirkiyeyê xwest, bersiva van pirsên li ser rewşa Aktaş heta 18'ê Mijdarê bide:

"Li ser rewşa fîzîkî ya xwediyê serlêdanê, agahiyê bidin. Ji bo xwediyê serlêdanê karibe pêdiviyên xwe lê tedarik bike, cihek hatiye dayîn? Hucreya lê tê girtin, li gorî rewşa wî hatiye sererastkirin?

Dikare pêdiviyên xwe yên rojane yên mîna kinc, xweşuştin hwd. tedarik bike? Şert û mercên girtîgehê li gorî pêdiviyên wî hatine nermkirin an na?

Danûstandin û derfetên dîtinê yên malbatê, di kîjan astê de ye?"