DKP/BOG 'Heftiya Nemiran' pîroz kir

Partiya Komunaran a Şoreşger /Hêzên Yekbûyî yên Azadiyê (DKP/BOG) ji bo 'Heftiya Nemiran' navbeyna 9-16'ê Gulanê daxuyanî da.

DKP/BOG got, ''Em 'Heftiya Nemiran' 9-16'ê Gulanê ku li ser nemirbûna Rêberê me yê damezirandêr, fermandarê me Ulaş Bayraktaroglu me ragihandî, di sala 2021'an de di demeke wiha de ku li welêt û herêmê pêngaveke nû ya şoreşger heye, vîna hilweşandina faşîzmê geş bûye, pêşwazî dikin.''

Di peymanê de hate gotin, ''Sonda me DKP/BOG soza Ulaş Bayraktaroglu ye. Soza wî ya li hemû avaniya partiya me 'serfirazî' ye. Partiya me ku rê nade îhtîmaleke dî, di şexsê Fermandar Ulaş Bayraktaroglu de ku 9'ê Gulana 2017'an şehîd bûyî soza me li hemû nemiran, li malbatên wan ên hêja ku şerê wan berz dikin, li hemû çîna karkera Tirkiyê û gelê me yê çewisandî, wê hilweşandina faşîzmê be.

Partiya me bang li hemû karker, kedkar, jin û ciwanan dike bi têkoşîna şoreşger a yekbûyî şerê şoreşger ku partiya me ji bo cîhaneke bê çîn, bê kedxwarî dide, geş bikin.''