DKP/BOG'ê di 'Hefteya Nemiran' de Ûlaş Bayraktaroglû bi bîr anî
Partiya Komunaran a Şoreşger/Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (DKP/BOG) di 'Hefteya Nemiran' de ku di 9-16'ê Gulanê de ragihandin, fermandarê şoreşger Ûlaş Bayraktaroglû bi bîr anîn.
Partiya Komunaran a Şoreşger/Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (DKP/BOG) di 'Hefteya Nemiran' de ku di 9-16'ê Gulanê de ragihandin, fermandarê şoreşger Ûlaş Bayraktaroglû bi bîr anîn.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li ser esasê 9'ê Gulanê roja şehadeta fermandarê şoreşger Ûlaş Bayraktaroglû dema navbera 9-16'ê Gulanê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna DKP/BOG'ê weke 'Hefteya Nemiran' hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Partiya me DKP/BOG weke rêxistineke şer a şoreşger ava bû û di nava têkoşîna şoreşgerî de di her qonaxê de bi xurtî berdêl da. Ya ku partiya me afirand û gihand vê astê, helwesta xwe ya şoreşgerî ya di nava têkoşîna çînî de bû.
Partiya me ku nûnerê têkoşîna azadiyê ya çîna karker, kedkar, jin û ciwanan e, rêxistiniyeke welê ye ku di wê baweriyê de ye, azadiya civakê tenê bi têkoşîneke rêxistinbûyî dibe.
Rêberê me û fermandarê me yê pêşeng Ûlaş Bayraktaroglû ji damezrandina partiya me û pê ve keda herî mezin da. Lewma partiya me 9'ê Gulanê roja şehadeta wî ji xwe re kir esas û dema navbera 9-16'ê Gulanê ji bo bîranîna hevrêyên di têkoşîna DKP/BOG'ê de şehîd bûn weke 'Hefteya Nemiran' ragihand.
Nemirên me ew nirx in ku partiya me gihandiye vê astê û garantiya meşa ber bi paşerojê ve ye. Partiya me xwedî wê wezîfeyê ne ku bi xurtî xwedî li van nirxan derkeve û hêjayî têkoşîna wan be. Nemiran bi mezinahiya berdêlên ku di têkoşîna çînî de dane, bingeha herî girîng a têkoşîna partiya me ne. Nirxê herî girîng ê ji bo şoreşgerekî, şopa ku di têkoşîna çînî de hiştiye. Lewma nemiran bi sekna xwe rê nîşanî partiya me dan."
Di dewama daxuyaniyê de Ûlaş Bayraktaroglû hate bîranîn û hate gotin, "Eger îro partiya me li xaka Tirkiye û Kurdistanê ji bo têkoşîna şoreşê ya yekbûyî şer dike, li zindanan berdêlan dide, li febrîqeyan çîna karker bi rêxistin dike, ciwanan tevlî têkoşînê dike, jinan bi rêxistin dike, ev yek bi hêza ji mîrateya têkoşînê ya bi rûmet a nemiran tê kirin. Lewma hêza azadiyê di pratîka têkoşînê ya nemiran û jiyana şoreşgerî de şênber bûye. Ya ku divê em bikin ew e ku bi xurtî xwedî li bîranîna wan derkevin, hêjayî wan bin."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Weke partî, bi wesîleya Hefteya Nemiran em careke din dixwazin soz bidin. Em ê li ser rêya wan a serketinê bi biryardarî bimeşin. Em ê bi rengê herî xurt xwedî li bîranîna wan derkevin. Di şexsê rêberê me Ûlaş Bayraktar de sozê didin hemû nemiran, ku ala wan bi ser bixînin."