DKP/BOG’ê Çaglar Demîroz bibîr anî
DKP/BOG’ê Boran Ozgur (Çaglar Demîroz) bibîr anî û got; “Hevalê me Boran li hemberî dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê şer kir. Wî bi çeka xwe ala enternasyonalîzm bilind kir.”
DKP/BOG’ê Boran Ozgur (Çaglar Demîroz) bibîr anî û got; “Hevalê me Boran li hemberî dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê şer kir. Wî bi çeka xwe ala enternasyonalîzm bilind kir.”
Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Komîteya Navendî ya Partiya Komunarên Şoreşgerî/ Hêzên Azadiyê yên Hevgirtî (DKP/BOG) de hat dayin de hate gotin; “Endamê partiya me rêheval Boran Ozgur (Çaglar Demîroz) di 12’ê Tîrmeha 2022’an de li Atînayê ku ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin, tevlê karwanê şehîdan bû. Partiya me şervanek, çîna karkerên Tirk endamek û gelê Kurd ê bindest jî hevalekî xwe winda kir. Dîroka rêheval Boran ku 20 salên jiyana xwe ya 35 salan di nava partiyê de derbas kir, bi dîroka partiyê re bûye yek, bi vî rengî rêhevalekî me yê ku her xeta pêşketin û guhertina partiyê ku heta îro hatiye dît û bi wî re mezin bû ye.”
Di daxuyaniyê de her wiha bal hatiye kişandin li ser jiyana têkoşînî ya Demîroz û hatiye diyarkirin ku Demîroz bi xebatên kirî di hevaltiya her kesî de şopên xwe yên kûr hiştiye.
Di dewma daxuyaniyê de hatiye ziman; “Hevrêyê me ku di Serhildana Gel a Hezîranê ya ji bo parastina Taksîmê de ji roja destpêkê heta roja dawî li her qadeke yê berxwedanê keda wî çêbû, bi Ulaş Bayraktaroglu, Goze Altûnoz, Azîz Guler û gelek hevalên xwe re di operasyona polîsan de hatin destgîrkirin û bû yek ji wan kesên ku li dijî êşkence û terora polîsan îradeya şoreşgerî nîşan da û domand.” Her wiha hat gotin ku piştî demek kurt a destgîrbûniyê Demîroz ji Îzmîrê bera xwe dide Rojava û li wir wek şervanê komunar (endamê BOG’ê) li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û êrîşên dagirkeriyê yên serdestên Tirk li gelek eniyan şer kir û di wî şerî de ji şehadeta gelek hevalên xwe re şahidî kir û hat gotin, “Bi rûmeta xwe çeka partiya me hilgirt.”
Her wiha hatiye gotin ku şehîd Boran Ozgur li Ewropayê bi esasgirtina şoreşgertiya 24 saetî de bûye beşek ji xebatên siyasî-pratîkî yên di çarçoveya pêdiviyên şoreşa Tirkiyê û wiha hatiye domandin; “Di têkoşîna şoreşgerî ya heta kêliya dawî de fedakarî û biryardariya rêheval Boran di têkoşîna wî ya li hemberî pençeşêrê de ya ku 1,5 sal beriya niha girtibû jî derket holê û di vî şerê bê eman de kêliyekê jî xwe paşve neda. Lê tevî hemû hewldanan jî di 12’ê Tîrmehê de li ser milê rêhevalên xwe tevlî karwanên nemiran bû.”
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî dibe; “Tu rihet birazê heval! Kulîlkên ku di her biharan de şîn dibin wê bêhna we bidin, wêneyên we wê di hemû rêyên me yên serketinê de bajaran bixemilînin, navên we wê wekî rûmet li zarokên nûbûyî bê dayîn.”