Dizên çavvekirî!
Dizên çavvekirî!
Dizên çavvekirî!
Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re, li Kurdistanê ku sewalkarî lê zêde ye, diz ketin nava tevgerê. Li gundên Tûx, Hawêl, Xîzan û li ser rêya bejahî ya navbera Tûx-Wanê de dizî zêde bû. Tê gotin ku diz kincên gerîla li xwe dikin û bi çekê, qurbanên xwe didizin.
Beriya Cejna Qurbanê gelek gazin tên kirin ku li gundên Tûx, Hawêl, Xîzan û li ser rêya bejahî ya navbera Tûx-Wanê dizî zêde bûye û çeteyeke ji 5 kesan kincên gerîla li xwe dike û heywanên bên qurbankirin, didizin.
Duh êvarê di dema kontrola rê ya li ber devê navçeya Bedlîs Tûxê de, polîsan di kamyoneke bi plaqeya 55 (Samsûnê) 5 kesên kincên gerîla li xwe kiribûn û çeka kalaşnîkov li gel wan hebû, girtin. Ji xwediyên heywanan Cemal Dûrmûş ê bihîst çeteya ji 5 kesan hatiye girtin û radestî Edliyeya Navçeya Tûxê hatiye kirin, da xuyakirin ku hefteya bihurî 16 pezên wî ji aliyê kesên kincên gerîla li xwe kiribûn û di dest de çek hebûn hatine dizîn û gilî kir.
Cemal Dûrmûş ê li gundê Oranis ê navçeya Bedlîs Tûxê dimîne diyar kir ku heywanên wî li cihekî nêzî gund ji aliyê kesên çek li gel wan hebû bi kamyonek ji plaqeya Samsûnê hatine revandin.
Hat ragihandin ku dizên mijara gotinê li gelek cihên Bedlîs û Wanê bi kincên gerîla dizî kirine. Tê payîn ku her 5 dizên duh êvarê di kontrola rê de hatin girtin îro li Edliya Tetwanê derkevin pêşberî dadger.