'Dixwazin qetilkirina bavê min bixin stûyê PKK'ê'
Polîs, ji bo berpirsyariya qetilkirina Ahmet Sonmez bixe stûyê PKK'ê, hewl da pêşniyara dayîna pere bike.
Polîs, ji bo berpirsyariya qetilkirina Ahmet Sonmez bixe stûyê PKK'ê, hewl da pêşniyara dayîna pere bike.
Polîs, ji bo berpirsyariya qetilkirina Ahmet Sonmez bixe stûyê PKK'ê, hewl da pêşniyara dayîna pere bike.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, yek ji 2 kesên di 6 rojên terora dewletê de ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, Ahmet Sonmez e. Polîs xwest, vê înfazê bixe stûyê PKK'ê.
Kurê Sonmez Ridvan Sonmez ê ji bo wergirtina cenazeyê bavê xwe çû morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, polîsek hat cem wî û bi gotina "Dûa bike ku bavê de ji aliyê PKK'ê ve hatibe kuştin, ku dewlet pere bide we" hewl da rê nîşanî Sonmez bide.
Sonemez jî nerazîbûn nîşanî vî polîsî da û got, "Bi qasî pereyê ku dewlet bide min, ez bidim dewletê, lê bila bavê min vegerînin."
'POLÎSAN LI NAVA KOLANÊ BAVÊ MIN QETIL KIR'
Sonmez ku bi awayekî sergirtî gef lê hat xwarin ji bo bêje 'ji aliyê PKK'ê ve hatiye înfazkirin', wiha axivî: "Ji min re gotin, 'Ji ber ku bavê de derî li PKK'ê vekir, hat kuştin'. Bi vê gotinê re hewl didin sûc bixin stûyê PKK'ê. Lê em hemû dizanin ku karekî PKK'ê li wir nîne. Yê ku li nava kolanê bavê min qetil kir, polîs bû."
DOZGERÎ: DERFETA ME NÎNE EM BÊN WÊ DERÊ
Her wiha, tevî dîmen, wêneyên cihê bûyerê û vegotinên şahidan jî, li hemberî polîsên berpirsyar ti gav neavêt.
Ji bo îfadeyê bang li Sonmez kirin û xwestin şahid jî bi xwe re bîne. Dozger ji Sonmez re got, "Derfet nîne em bên wê derê. Em nikarin werin lêkolînê bikin. Şensê me nîne ku em derî jî ji cih derxînin û bînin. Şahid bibîne û bîne."