‘Divê Yildirim demildest serbest bê berdan‘

Buroya Hiqûqê ya Gel diyar kir ku daxwaza wan a ji bo taloqkirina înfaza Gokhan Yildirim ê bi daxwaza “darizandina adilane“ dest bi rojiya mirinê kiriye, hatiye redkirin û banga berdana Yildirim kir.

Buroya Hiqûqê ya Gel têkildarê rewşa Gokhan Yildirim ê ku di Girtîgeha F ya bi hejmar 1 Tekîrdagê de bi daxwaza “darizandina adilane, berdana girtiyên nexweş û bidawîbûyîna binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de“ dest bi rojiya mirinê kiriye, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber rewşa tenduristiyê ya Yildirim bikare di girtîgehê de bimîne nîn e, buroyê, ji bo taloqkirina înfaza Yildirim, 2’yê Tebaxa 2022’yan daxwaznameyek daye Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê û hat gotin ku bi piştî daxwazê muayeneyê Yildirim li Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Fehmî Cûmalioglû ya Tekîrdagê hatine kirin û di encamê de rapora Yildirim, nikare di girtîgehê de bimîne, di beşên saziyên tenduristiyê yên fermî ku ji bo girtiyan hatiye veqetandin de dermankirina girtî ji bo jiyana girtî xeterî ye. Taloqkirina înfaza Yildirim bi sê mehan guncaw e.

Buroyê, di dewama daxuyaniyê de aşkera kir ku miwekîlê wan Yildirim gava sewqê nexweşxaneyê hatiye kirin, di hucreyekê ku tavê nabîne de hatiye girtin û da zanîn ku ji ber miwekîlê wan nikare li xwe bininêre, malbata wî bi daxwaza ku li girtiyê xwe binihêre serlêdan kiriye, lê serledana malbatê nehatiye qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gava rojiya mirinê şekir, xwê û av dereng dane Yildirim û îşaret bi wê yekê hat kirin ku dereng xistina van tiştan di rojên pêş ên rojiyê de wê bi neyînî bandorê li jiyana Gokhan Yildirim bike.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku daxwaza Yildirim, ne parastina tendurustiya xwe lê bidawîbûyîna nehiqûqiyên di girtîgehê de ye û hat bilêvkirin ku Gokhan hatiye ser 39 kîloyan û divê demildest bê berdan.