Divê NY bibe misogeriya xweseriya Şengalê

Xweseriya Şengalê herî pir wê bandorê li Başûrê Kurdistanê bike û di demokratîkbûnê de rê li ber geşedanên girîng veke. Tenê ji vê hêlê ve jî mirov binere divê NY, YE, Rûsya, DYA, Çîn, Fransa û Elmanya xweseriya Şengalê biparêzin.

Li ser Şengalê lîstikên nû têne lîstin. Gotinên Tirkiyê ,’’Em ê destûrê nedin Qendîlaya 2’yan’’ û gotinên PDK’ê, ‘’bila gerîla ji wir derkeve’’ weke parçeyekî ji lîstika nû dixine rojevê. Li gel ku herî pir Êzîdiyan têkildar dike jî bê ka li Mûsilê wê rêveberiyeke çawa were avakirin, astengirina Hêzên Parastina Êzîdi (YBŞ) ya ji bo tevlênebûna operasyona Mûsilê, parçeyên heman lîstikê ne. Ev jî tê wê wateya astengkirina ku Êzîdî li Şengalê xwe bi rê ve nebin, nebin xwedan rêveberiyeke xweser û pêkhatina hêza parastina gewherî ya Êzîdiyan.

Di fermana 74.’an de ne PDK’ê û ne jî rêveberiya Iraqê Êzîdî parastin. Ti nemabû ku Êzîdî bi temamî bihatana qirkirin. 12 gerîlayên canfida bi bidestxistina 2-3 deverên stratejîk pêşî li vê qirkirina giştî girt. Piştre jî gerîlayên ku ji Rojava û Qada Parastinê ya Medayayê hatin Şengalê û Şengal parastin. Piştre kirin ku DAIŞ ji navend û derdora Şengalê werin avêtin. Ku ne ji hêza gerîla bûya wê niha pêşmergeyên PDK’ê yên li wir wê nebûna. Beriya her tiştî divê ev rastî neyên jibîrkirin.
Ji bo van rasteqîniyan, Êzîdiyan li Şengalê meclîsên xwe ava kirin, xwerêveberiya xwe pêk anîn. Ji bo ku careke dî neyên qirkirin hêza xwe ya parastina gewherî YBŞ damezirandin. Ev weke şîrê dê li Êzîdîyan helal e. Ti heq û hinceta  ti kesekî nîn e ku li dij vê xweseriyê û parastina gewherî derbikeve. Ji bilî vê norm û nirxên demokratîk jî hewce dike ku Şengal xweser be. Êzîdî ji ber sedema ku yek ji baweriya herî qedîm a mêjûyê ye berpirsyariya parastina vê baweriyê dikeve ser milê Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE) û saziyên din ên navneteweyî. Ji bilî van jî berpirsyariya dîrokî, siyasî, sincî ya DYA’yê jî heye ku li hrêmê bandorê li hêzên leşkerî û siyasî dike.
Berpirsyariya NY, YE û hemû saziyên navnetewî heye ku bikin ku Êzîdiyên Şengalê xweser bin. Divê ev hemû saziyên navnetewî û DYA, divê hem ji Iraq û ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê re bibêjin, ‘’rêveberiya xweser a Êzîdiyan, a heyî û parastina wan a gewherî qebûl bikin’’ Pişti tiştên ku hatine jiyîn çarenûs û siberoja Êzîdiyan bi dest hikûmeta Başûr û rêveberiya Iraqê ve nikare were berdan. Naxwe wê hevnegirtinek çêbibe ku ev sazî û dewlet behsa nirxên demokrasiyê û mafên mirovan bikin.

NY divê bi lezgînî sazkar bibe, ji bo ku Êzîdî bibin xwedî avaniyeke xweser divê xebatan bike. Ji bo ku Êzîdiyên li Şengalê û derdora wê bibin xwedî rêveberiyeke xweser divê Hem bi hikûmeta Iraqê re, hem bi hêzên rêveberiya xweser a Şengalê re û hem jî bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re dest bi danûstandinan bike. Ji bo Şengal bibe xwedî statûyeke xweser girîng e ku NY sazkar bibe û berpirsyariya wê ya dîrokî ye jî. Yekîtiya Ewropa, DYA, endamên mayinde ên Konseya Neteweyên Yekbûyî Rûsya, Çîn, Ingilîstan, Frans ji bo ku Şengal bibe xwedan statûyeke xweser divê erka xwe pêk bînin. Naxwe hikûmeta Iraqê û PDK wê mafê herî demokratîk ê gelê Êzîdî qebûl nekin û weke berê hewl bidin ku Şengalê bi rê ve bibin. Jixwe nêzîkatiya hikûmeta Iraqê û PDK’ê di nav vê çarçoweyê de ne.

Meclîsa Êzîdî û Êzîdî di vê mijarê de dikarin kampanyayan bidin destpêkirin. Hemû Êzîdî bi kampanyayeke îmzeyan ji bo ku bibin xweser dikarin serî li NY, YE, DYA û saziyên din ên navnetewî bidin. Êzîdî, di rewşeke wiha de ku hevsengên nû ava dibin, teqez divê bigihijin avaniyeke xweser û hêza parastinê ku bikaribin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Lê ji bo Şengalê ev têrê nake. Şengal divê rêveberiyeke xweser ku bi temamî xwe bi rê ve dibe û xwe diparêze. Fersendeke wiha dîrokî ketiye destê Êzîdiyan. Divê vê fersendê bi dest ve bernedin. PDK hinan dike pêşmerge, li ser hinan bandora aborî dike, li ser hinan zextê dike û bi Tirkiyê gefan li hinan dixwe û bi vî awayî dixwaze pêşî li xweserbûna Şengalê bigire. Divê Êzîdî vê qebûl nekin.
Berpirsyariya PKK’ê jî, PDK’ê jî, YNK, Goran, Yekgirtû Îslamî û Komala jî, hemû partî û sazû dezgehan jî heye ku bibin alîkar da ku Êzîdî bibin xweyî rêveberiyeke xweser, xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin û bibin hêza gewherî ya xweparastinê. Yekîtiya Netewî ya Kurd li Şengalê dikare bi berpirsyariyeke wiha rabe. Berpirsyariyeke wiha ya hemû partiyên Kurd heye li hemberî Êzîdiyan.

Propagandayên ku dibêjin Şengal wê bibe Qendîla 2’yan bi mebesta astengkirina xwserî û hêza parastinê ya Êzîdiyan e. Şengal çiyayê pîroz ê Êzîdiyan e, mekanê pîroz ê jiyanê ye. Li wir rêveberiya gewherî û parastina gewherî ya Êzîdiyên dibe. Ti partiyeke siyasî nikare bibêje ez ê serdestî vir bim. Tenê dikarin alîkariyê bikin bi xwerêveberî û xweparastina Êzîdiyan re. Berpirsyariya gerîla jî û pêşmerge jî bi vî rengî heye. Ji bo vê jî li şûna nîqaşên kî wê li Şengalê hebe divê hebûna xwerêveberiya li Şengalê were qebûlkirin.

Êzîdî divê serî li Yekîtiya Ewropa bidin, ji bo xweseriya xwe destekê ji wan bixwaazin. Ji DYA û Rûsyayê divê destekê bixwazin. Li Rûsyayê têra xwe Êzîdî hene. Ji bo vê jî berpirsyariya Rûsyayê jî heye ku li NY’yê û li Konseya NY’yê xweseriya Şengalê biparêze. Êzîdiyên li Rûsyayê jî divê li  Rûsya xebatan bikin. Êzîdiyên li Ewropa jî di ser Parlamentoya Ewropa û Konseyê de xebatan bikin. YE nikare bibêje li derveyî sînorên me ye. Hemû mirovahiyê û demokratan têkildar dike. Yên ku xweseriya Êzîdiyan naparêze nikare ji xwe re bibêje, ez demokrat im. Nikarin behsa demokratîkkirina Iraqê û Rojhilata Navîn bikin.
Xweseriya Şengalê ji bo demokratîkbûna Iraqê û Başûrê Kurdistanê girîng e. Ku Şengal bibe xweyî rêveberiyeke xweser ev ê rasterast bandorê li demokratîkbûna Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî bike. Naskirina xweseriya nasname û baweriyên cihê wê Iraqê bigihîne aştiyê û aramiyê. Xweseriya Şengalê herî pir wê bandorê li Başûrê Kurdistanê bike û ji bo demokratîkbûna wê rê li ber geşedanên girîng veke. Tenê ji vê hêlê ve jî mirov binere divê NY, YE, Rûsya, DYA, Fransa û Elmanya destekê bidine xweseriya Êzîdiyan.

Saziyên navneteweyî yên navborî nikarin li dijî xweseriya Şengalê derbikevin. Ji bo vê jî Êzîdî divê xebatên di vî alî de xurt bikin. Ku ev xebat werin xurtkirin û baş were vegotin ev welat wê destekê bidin xweseriyê, Iraq û PDK jî wê xweserî û xweparastina Êzîdiyan qebûl bikin.

JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA