‘Divê li dijî êşkenceya li ser miriyan em dengê xwe bilind bikin’
Înisîyatîfa Hurmeta Miriyan û Edaletê bal kişand êşkenceya ku dewleta Tirk li dijî şehîdan dike û banga bihistyariyê kir.
Înisîyatîfa Hurmeta Miriyan û Edaletê bal kişand êşkenceya ku dewleta Tirk li dijî şehîdan dike û banga bihistyariyê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Înisîyatîfa Hurmeta Miriyan û Edaletê de hat gotin, "Di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de tundî, şîddet û êrîşên li dijî miriyan û cenazeyan bênavber domiya.”
Di dûmahîka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Di 1'ê Îlonê de li Sêrtê gorek hat rûxandin, cenazeyê endamê HPG'ê Yilmaz Uzun ê di sala 2020'an de di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da, di qutiyekê de radestî malbata wî hat kirin. Di sala 2020'an de malbatê nimûneya xwînê da. Cenaze teşxîs kirin, 3 sal ji ser encamdanê derbas bû lê cenaze teslîmî malbatê nehate kirin û cenaze li goristana bêkesan hate veşartin. Dema ku cenaze di qutiyê de teslîmî malbatê hate kirin jî leşkeran telefonî muxtarê gund kiriye û qedexe kiriye ku li camiyê nimêja cenaze were kirin. Li gundê Çûkûryayla ya Tekmana Erziromê li pêşiya her malê leşkerek bi cih kirine û destûr nedane ku gundî tevlî merasîma cenaze bibin. Sê rojan li camiya gund azan nehatiye xwendin.
Nexweşê penceşêrê Şakîr Turan ê 70 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Erzinganê bû, di 30'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Turan ê ku ji Erzinganê bi rê ket li ber Fermandariya Jendirmeyan a Qeymeqamtiya Yenîşehîra Amedê hat rawestandin. Polîsên ku li vir barîkat danîn, li gel hemû hewldanên heyeta ku bi wekîlan re bû jî demeke dirêj destûr neda derbasbûnê. Dema cenaze birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, heyet û gel ji bo cenaze ji aliyê polîsan ve neyê revandin li ber nexweşxaneyê nobet girtin.Dema malbat ji Entalyayê hatin jî polîsan diyar kirin bi tenê divê tu wesayît bi cenaze re bi rê bikeve. Di heman demê de jendirmeyan telefonî muxtarê gundê ku wê cenaze lê were veşartin jî kir û ferman da ku divê mala şînê ya gund neyê bi kar anîn.
Înisîyatîfa Hurmeta Miriyan û Edaletê diyar dikin, desthilatdarî çiqasî êrîşê bibe ser miriyan û cenazeyan, em ê jî li hemberî vê êrîşê rabin. Yek ji tişta sereke ya demokrasiya ku wê li Tirkiyeyê were avakirin ev e ku divê cenaze li gorî isûlê werin veşartin. Li ciha ku polîsan dora goristanan digirin, bêyî ku agahiyan bidin malbatê cenazeyan vedişêrin û cenazeyan di qutikan de teslîm dikin, ne mumkun e aştî, wekhevî û demokrasî were avakirin.
Em Înisîyatîfa Hurmeta Miriyan û Edaletê careke din diyar dikin, em şîddeta li ser miriyan û cenazeyan qebûl nakin. Em bang li hemû hêzên demokrasî û aştiyê dikin ku divê li hemberî vê êşkenceyê dengê xwe bilind bikin.”