HEVPEYVÎN

‘Divê ji ber wesfa xwe ya avaker xwedî li Rêbertî bê derketin’

Girtiyê 20 salan Newzat Îçen, anî ziman ku divê ji ber wesfa xwe ya avaker xwedî li Rêberê Gelê Kurd bê derketin û got, “Avakirineke rewa, exlaqî û siyasî ye.”

Girtî Newzat Îçen, destnîşan kir ku tecrîd di sala xwe ya 25’an de ye û hê jî ji aliyê raya giştî ve bi temamî nayê nîqaşkirin û fêhmkirin. Îçen diyar kir ku ev mijareke rexnedayînê ye û got, "Tevî ku em xwedî hêzeke pir mezin a civakî û rêxistinî bin jî, mixabin çanda me ya sazîtî têra xwe bi pêş neketiye. Em di wê baweriyê de ne ku, çiqas em nebesiyên xwe derbas bikin, wê demê em dikarin şert û mercên ku tecrîdê ava dike jî, ji holê rakin.”

Newzat Îçen ê ji Mazgêrtê yê Dersimê ye ev 20 sal in girtiye û li dijî tecrîdê li girtîgehê beşdarî gelek çalakiyan bûye. Newzat Îçen ê niha li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin, li ser girîngiya tecrîdê û bandorên wê yên li ser gelên Kurd û Tirk ji ANF'ê re axivî.

Îçen, anî ziman ku armanca tecrîda girankirî ya li Îmraliyê tê meşandin, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê di aliyê nirxên exlaqî, siyasî û hebûna wan a demokratîk de dîlgirtine û wiha got, “Rejîma şerê taybet a Tirk, bi hemû avaniyên xwe yên ji Destûra Bingehîn heta têkiliyên xwe yên navneteweyî, li gorî rastiya Kurd hatiye dîzaynkirin. Ev yek hemû ji aliyê bijareyên dewlet-desthilatdariyê ve bi siyaseta netewperestî, olperestî û zayendperestiyê tê meşandin û hewl dide civak bi hev bide qirkirin. Tirkiye ev sedsaleke ji aliyê hêzên hegemonîk ve tê birêve birin. Wezîfeya xwe ya heyî, misogerkirina dewamiya feraseta netewe-dewletê ya klasîk a li Rojhilata Navîn e. Rêber Apo vê rastiyê bi awayekî vekirî deşifre kir. Dewamkirina tecrîda li Îmraliyê tê wateya dewamkirina statukoya heyî. Tecrîd di vê wateyê de girîng e û divê li ber çavan bê girtin.”

DI BINGEHA PIRSGIRÊKAN DE TECRÎD HEYE

Îçen, destnîşan kir ku bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê tê jiyîn siyaseta tecrîdê ye û wiha domand, “Şerekî topyekûn heye ku di destpêkê de li dijî Kurdan hate pêşxistin, lê bi demê re bi zanebûn li dijî civaka Tirkiyeyê û hewldanên wê yên guhertina sosyopolîtîk hate meşandin. Rejîma şerê taybet a Tirk rejîmeke şer û darbeyê ye. Xwedî karakterek wisa ye ku xwe li ser pirsgirêka Kurd xwedî dike. Ji ber vê yekê li her çar aliyê Kurdistanê û her devera cîhanê li dijî Kurdan şer dike. Ji bo desthilatdariya xwe îxanet li Kurdan hat kirin. Di oxira xiyanetê de hebûna Kurdan hat înkarkirin. Înkar jî têkoşîna Kurdan û têkoşîna Rêber Apo derxist holê.”

EGER TECRÎD BI TEMAMÎ NAYÊ NÎQAŞKIRIN, WÊ DEMÊ DIVÊ REXNEDAYÎN ÇÊBIBE

Îçen, anî ziman ku divê ji ber wesfa xwe ya avaker xwedî li Rêberê Gelê Kurd bê derketin û got, “Avakirineke rewa, exlaqî û siyasî ye. Eger tecrîd bi temamî nayê nîqaşkirin divê rexnedayîn çêbibe. Kadro, welatparêz û sempatîzanên ku îdîa dikin xwe di xeta Rêbertî de pêş bixin, li girtîgehên Tirkiyeyê her tim di nava çalakiyan de ne û li ser bingeha paradigmaya Rêbertî xwe pêş dixin.”