Divê hikûmetên Ewropayê li dijî karên MÎT'ê tedbîran bigirin
KCDK-E bal kişand ser nûçeyên demên dawî yên ajansa AA û diyar kir, divê Ewropa li dijî xebatên MÎT'ê ku rêxistinên Kurdan dike hedef, tedbîrên cidî bigire.
KCDK-E bal kişand ser nûçeyên demên dawî yên ajansa AA û diyar kir, divê Ewropa li dijî xebatên MÎT'ê ku rêxistinên Kurdan dike hedef, tedbîrên cidî bigire.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) da xuyakirin, ku ajansa fermî ya dewleta Tirk (Anadolu Ajansi-AA) siyasetmedar û saziyên Kurd weke hedef nîşan dide û da zanîn, KCDK-E, Hevserokên wan û KNK di hedefa MÎT'ê de ne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, AA qîma xwe bi vê jî nîne û nûnerên partiyên Syrîza, Çep a Elman, Kesk, Partiya Karker a Îngilîstanê û gelek partiyên siyasî Yên mûxalîf ên li welatên Ewropayê nav bi nav hedef nîşan dide.
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, divê welatên Yekîtiya Ewropayê li dijî xebatên MÎT'ê tedbîrên hê cidî bigirin û hat gotin, "Dewleta Tirk dixwaze êrîşên xwe yên qirkirina fîzîkî û çandî ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê me dimeşîne, li Ewropayê jî belav bike. Ev hewldanên êrîşê yên piştî komkujiya Parîsê navber jê re hatibûn dayîn, ji nû ve tên meşandin. Saziya me KCDK-E belgeyên di vî warî de ji raya giştî re eşkere kir û hin hewldan deşîfre kir. Piştî ku hin ji van hewldanan eşkere bû, di nûçeyên derew ên AA de jî tê dîtin, ku rayedarên dewletê bi xwe, vî karê hedef nîşandanê dimeşînin. Eşkere ye, Saziyên Kurd û rêveberên wan ên li Ewropayê, partiyên siyasî yên Ewropî ji bo yekîneyên MÎT'ê hedef tên nîşandan. Ev nûçeya AA di heman demê de îspat dike ku yekîneya hatiye kifşkiri bi wan ve girêdayî ye."
KCDK-E diyar kir, ku ew dixwazin careke din balê bikişînin ser van hewldanên îllegal û derveyî hiqûqê yên dewleta Tirk û bang li hemû partiyên siyasî yên Ewropî yên di nûçeyê de hedef hatine nîşandan, şexsiyet û saziyên sivakî yên sivîl, civaka Kurd û saziyên wê yên li Ewropayê dijîn, li dijî van gefên fermî helwestê nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Em bang li hikûmetên Ewropayê jî dikin, ku hê bi cidî tedbîran bigirin, xebatên MÎT û kes û saziyên pê re dixebitin eşkere bikin û di vî warî de cih li dewleta Tirk teng bikin.
Bi dîtina me, eger di vê demê de astengiyên pratîkî û qanûnî yên li pêşiya xebatên sivîl û demokratîk ên Kurdan bên rakirin, ev ê bibe bersiva herî watedar li karê krîmînalîzekirinê yê AA. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna mafdar a gelê Kurd û li dijî faşîzma AKP'ê helwesteke zelal nîşan bidin."