'Divê hikûmet bilezîne'

'Divê hikûmet bilezîne'

Endamên Meclîsa Aştiyê (TBM) û heyeta Aqilmendan duh hatin cem hev û ‘qanûna çarçoveyê’ ya ji bo pêvajoya çareseriyê hat derxistin pêngavên ku divê bên avêtin nîqaş kirin. Di civînê de piştgirî dan Desteya Şopandinê ya Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye û hat diyarkirin ku divê hikûmet demildest rola xwe bilîze. Hat hînbûn ku Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu jî li benda encama civînê ye. 

Ji heyeta aqilmendan Seroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker, Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Berdevkê TBM’ê Hakan Tahmaz der barê civînê de ji ANF’ê re axivîn.

TURKDOGAN: FIKRA DESTEYA ŞOPANDINÊ PIŞTGIRÎ DÎT

Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan got: “Ev civîna îstîşare, danûstandinê bû. Der barê qanûnê de nêrîn hatin parvekirin. Bi taybet di vê astê de pêngavên ku divê bên avêtin û di qada siyasî de divê çi bê kirin hat nîqaşkirin."

Turkdogan destnîşan kir ku hikûmet ji bo pêvajoyê di peywirên ku divê bigire ser xwe de lez bike û wiha pêde çû: “Divê bi bîra hikûmetê bê xistin ku pêvajo zêde nayê sekinandin. Bi taybet jî dema mirov geşedanên li Rojhilata Navîn dibînin, divê mirov qet demê winda nekin û lezgîn pêngavan biavêjin."

Di civînê de fikra avakirina Desteya Şopandinê rastî eleqeyê hat. Lê divê piştevaniyên wê hebin. Divê ev tiştekî wek biryarname û qanûnekê be. Di encamê de rayeyên ku qanûna çarçoveyê didin hene. Ev raye dikarin bên bikaranîn û aliyê çavdêrek sêyemîn, di muzakereyan de roleke hêsantir bilîze. Lijneya Şopandinê dikare ji Heyeta Aqilmendan pêk bê.kesên din jî dikarin tevlî bibin, lê divê demildest bê avakirin. Her wiha divê derbasî muzakereyan bibin û ji bo vê jî şert û mercên Ocalan bên başkirin. Divê pêşiya heyetan vebe da ku heyet êdî biçin Îmraliyê. Di civînê de ev derketin pêş. Em bang li hikûmetê dikin ‘Di destê te de qanûn hene. Rayeya xwe bi kar bîne û ecele bike.”

TEKER: DIVÊ PÊVAJO BI ÎNÎSIYATÎFÊN SIVÎL BÊN PÊŞXISTIN

Seroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker da zanîn ku di civînê de diyar kiriye ku bi hikûmetê re divê rêxistinên civaka sîvîl jî bo pêvajoyê rola xwe bilîzin û got: “Divê aştiya civakê esas bê girtin. Heyeta Aqilmendan tecrûbeyek girîng bû. Îro divê berdewama pêvajoyê bi înîsiyafên sivîl pêk bê. Di rastiya edalet û wekheviyê de divê rastî û şaşiyên her du aliyan jî li ber çavan bê girtin û nîqaş bên meşandin. Me di civînê de kêmasiyên Qanûna Çarçoveyê rexne kirin, divê Qanûna Çarçoveyê di aliyê makeqanûnî de bê bihêzkirin û naveroka wê bê dewlemendkirin. Bi vî awayî aştî mayînde dibe." 

USLÛP!

Teker da zanîn ku  zimanê hikûmet bi kar tîne di bandora wê gelek zêde ye û da zanîn ku divê hikûmet li zimanê ku bi kar tîne baldar be.

TAHMAZ: HETA BAWERIYÊ NEDE DANÎNA ÇEKAN BÊ WATE YE

Berdevkê TBM’ê Hakan Tahmaz got: “Di civînê de her kes hemfikr bû ku li holê pirsgirêkek baweriyê heye. Divê tedbîrên baweriyê didin bên girtin. Di vê mijarê de divê hikûmet lez bike. Ji bilî qanûna ku dertê wêdetir divê pêngavên ku baweriyê didin mirovan bên avêtin. Heta ku bawerî neyê dayîn, destberdana çekan bê wate ye.

Tahmaz bi lêv kir ku divê civak rasterast bê agahdarkirin û pêşî li vê zanîna qirêj bê girtin. Di civînê de ji bilî kesekî ku nêzî hikûmetê helwesta her kesî baş bû.  Xebateke wek Heyeta Aqilmedan divê di hevkariya Meclîsa Aştiyê bê meşandin.””