Divê êdî ev dîktator bê sekinandin!

Komeleya France-Kurdistan a Slvie Jan serokatiya wê dike, bang li raya giştî kir ku li dijî tecrîdê bikeve nav tevgerê.

Jan, bi bîr xist ku di serî de Fransa divê Yekîtiya Ewropa û DYE ji bo ku li Tirkiyeyê demokrasî, aştî û azadî pêk bên, demildest bi berpirsyarî rabin û bikeve nav tevgerê. Jan, ji bo tevlî rûniştina doza Leyla Guvenê bibe 25 Çileyê çûbû Amedê û şahidiya tehliyeya Guvenê kiribû. Jan got, “Ez, hefteya dawî ya meha Çile li Amedê bûm. Min şahidiya kêliyên kêfxweşiyê kiribû. Min bi çavên xwe dît ku Leyla Guven bi ambulansê ji girtîgehê derket. Demeke gelek xweş bû. Paşê em çûne mala wê… Ev hemû di nava çend saetan de pêk hatin. Me diyar kir ku em bi hemû derfetên xwe bi wê re bin. Bi heman awayî ji bo 300 girtiyên din jî...” 
Jan diyar kir ku piştî hatiye Parîsê bi pêkhateya komeleyê re biryarên nû girtine. 

EV TÊKOŞÎNEKE RASTÎ YE

Jan diyar kir ku divê raya giştî demildest bikeve nav tevgerê û wiha pêde çû: “Armanca me ew e ku em tevkariyê mezintir bikin. Piştî ez vegeriyam Parîsê komaleya me ji nû ve li ser mijarê ponijî. Di mijara ku divê em tevkariyê mezintir bikin de, me birayara hevpar girt. Leyla Guven di çalakiyê de rojên 90’î li pey xwe hiştin. Em dizanin ku wê heta dawiyê çalakiyê bidomîne. Em bi heman awayî li Gulten kişanak û Sabahat Tuncelê jî fikirîn. Ew jî di greva birçîbûnê de ne. Banga me li hemû demokrat û parazvanên mafê mirovan ên Fransayê ew e ku piştgirî bidin vê têkoşînê. Lewma ev têkoşîneke rastî ye. ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din heyî bê rakirin, divê demildest bikevin nav tevgerê. Pêkanîn û polîtîkayên Erdogan, di heman demê de binpêkirina hiqûqê navneteweyî ye.” 

STOP ERDOGAN!

Jan bilêv kir ku ev doz, dozeke mafdar e û got, “Lewma ev dozeke mafdar e. Ev girtî berdêla girtîneke neheq didin. Mîna Selahattîn Demîrtaş û gelek hevşaredaran. Bi ‘propagandaya Terorê’ tên sûcdarkirin. Ev rêbazên wan ji me re xerîb nîn in; lewre îro li Tirkiyeyê her kes bi vê sûcdariyê tê sûcdarkirin. Dema ez li Amedê bûm me bi serokê baroyê re hevdîtin pêk anî. Em êdî dizanin ku li Amedê girtîgeh tijî bûne. Erdogan plan dike ku di nava 5 salên dawî de 200 girtîgehên nû çêbike. Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku ev teror û faşîzma dewletê wê bi serê xwe nesekine. Lewma ev demeke dirêj e ku em banga ‘Stop Erdogan’ dikin.”

Jan diyar kir ku divê saziyên pêwendîdar li ser raya giştî di mijara grevên birçîbûnê de zext lê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê ev bê kirin, lewma divê dîktator bê sekinandin ku ji nû ve vegera li mafê mirovan pêk bê. Ji bo demokrasî, aştî û azadiyan, di vê mijarê de di serî de Fransa, berpirsiyariyeke mezin a YE û DYA heye.”

Jan bang li çalakgeran jî kir û got, “Hûn bi biryar û bi hêz in. Em bi we re ne. Em dizanin, em ê bi ser bikevin!” 

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka