‘Divê dewlet ji dêrsimiyan efûkirin û lêborînê bixwaze’
‘Divê dewlet ji dêrsimiyan efûkirin û lêborînê bixwaze’
‘Divê dewlet ji dêrsimiyan efûkirin û lêborînê bixwaze’
Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak di çarçoveya gera xwe ya Herêma Derya Spî ya bi slogana "Azadiya Demokratîk, Jiyana Azad" tê lidarxistin de bi minasebeta salvegera Komkijiyan Dêrsimê çû serdana Komelaya Dêrsimiyan ya Mêrsînê. Kişanak li vir Qetlîama Dêrsimê bibîr anî û wiha got: "Bi qetlîama Dêrsimê xwestin dêrsimiyan ji dîrokê tune bikin. Divê dewlet ji dêrsimiyan efûkirin û lêborînê bixwaze."
Heyetekî BDP'ê ya di bin serokatiya Hevserok Gulten Kişanak de pêktê, di çarçoveya gerên bi slogana "Azadiya Demokratîk, Jiyana Azad" tên lidarxistin de bi boneya pêvajoya nû ji gel re vebêjin hatin Herêma Derya Spî. Kişanak û heyeta pê re di vê çarçoveyê de îro li Mêrsînê çûn serdana Komeleya Dêrsimiyan ya Mêrsînê. Heyeta BDPê ji aliyê Serokê Komeleyê Celal Temîz û rêveberên komeleyê ve hatin pêşwazîkirin.
Kişanak di serdanê de balkişand ku îro roja salvegera qetlîama Dêrsimê ye û wiha pêde çû: "Qetlîama Dêrsimê encax dikare bi peyva 'Komkijiyê' were ravekirin. Bi vê qetlîamê hatiye xwestin ku bawerî, çand û hebûna Dêrsimiyan tunebikin û ji dîrokê rakin. Hêj jî li gelek malên dêrsimiyan şahidên komkujiyê hene. Ev birîn hêj dikule. Lazime ev birîn bên dermankirin. Çend roj beriya niha Serokkomarê Sirbistanê Tomîslav Nîkolîç ji ber Qetlîama Srebrenîcayê çok danî erdê û got, "Ez çok didim erdê û ji xwe lêborînê dixwazim" Ev jî ji bo lêborîn xwestina qetlîamê mînakeke. Semimiyet dê wiha were diyarkirin. Lazime dewlet ji gelê Dêrsimê lêborîn û efûkirinê bixwaze.
Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.