Divê deriyê Îmraliyê were vekirin!

Leşkerên Tirk destûr neda ku gel biçe Amarayê û li wir balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Malbata Ocalan got “Divê em têkoşînê geştir bikin.”

Li hemberî tecrîda li ser Îmraliyê ya ku 23 sal in didome KCD, TJA, DBP, HDP’ê xwest biçin gundê Amara ya Xelfetiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wir ji dayik bûye. Ji gelek bajaran gel hatin û li benda kontrolê ya di têketina navçe û gundan de hatin sekinandin. Leşkerên Tirk nehiştin ku gel ê ku parlementerên HDP’ê jî di nav de bûn, biçin Amarayê.

Beşeke gel ên ji Sirûc û Çewligê hatibûn çûn Amarayê. Mehmet Ocalan ê ku birayê Abdullah Ocalan e, biraziyên wî parlementerê HDP’ê Omer Ocalan û Alî Ocalan gel pêşwazî kirin.

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir serdana malbatê bi awayekî derqanûnî tê astengkirin û got “Abdullah Ocalan muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Gundê me Amara mîna 4’ê Nîsanê îro jî hatiye dorpêçkirin. Zilmê li me dikin. Ev dewlet ji her tiştî re pirsgirêkê derdixe, heqaretê li gel dike. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Hûn kîngê bixwazin ev derî ji bo we vekirî ye. Ev mala gelê me ye.”  

Pişt re Mehmet Ocalan jî axivî û destnîşan kir ku tecrîdkirina li Ocalan tê sepandin ji aliyê hemû dinyayê ve tê zanîn û got: “Ez gelek caran çûm Îmraliyê û min bi serok re hevdîtin kir. Du sal in haya me ji Îmraliyê nîne. Tiştekî wisa ye ku ev yek ne di qanûnên Tirkiyeyê de û ne jî di qanûnên dinyayê de nayê qebûlkirin. Em vê astengkirina mêvanên xwe qebûl nakin. Hem tecrîdê dikin hem jî mala Serok li gel digirin. 4 kes li Îmraliyê tên ragirtin û haya kesî ji wan nîne. Divê tavilê Deriyên Îmraliyê li me malbatan bê vekirin. Ev sepanên antîdemokratîk ne çare ne. Hemû pirsgirêk bi şiklek demokratîk dikare were çareserkirin. Ji xeynî vê tu çareya me nîne.”

Malbata Ocalan û mêvanên çûbûn gel wan, ji Amara hatin Xelfetiyê û tev li daxuyaniya li wir bûn.