Dinya li dijî Covîd-19’ê têdikoşe Tirkiye alîkariyê desteser dike

Li dinyayê heta niha 180 hezar kes ji ber şewba koronayê mirine. Desthilatdariya AKP û MHP’ê jî daneyan vedişêre û dest datîne ser alîkariyên HDP’ê.

Li gorî Zanîngeha Johns Hopkînsê li dinyayê di şewba Covîd-19’ê de 2 milyon û 578 hezar kes nexweş ketine û 180 hezar kes jî mirine.

Tê diyarkirin ku herî zêde li DYE, Îspanya, Îtalya û Fransayê mirov ji ber şewba koronavîrusê nexweş ketine û mirine.

TIRKIYE

Desthilatrdariya AKP û MHP’ê diyar kir ku li Tirkiyeyê 95 hezar aû 591 kes nexweş ketine û hejmara miriyan jî bûye 2259. Lê dinya dizane ku Tirkiye daneyan vedişêre û hejmarên rast nabêje. Li Tirkiyeyê piştî 23’ê Nîsanê wê 4 rojan qedexeya derketina derve were kirin.

DEST DANÎN SER ALÎKARIYÊN HDP’Ê

HDP û mûxalefeta civakî xebatên xwe yên hevgirtinê didomîne, desthilatdariya AKP û MHP’ê jî xebatan asteng dike.

Bi hinceta ku kolîyên alîkariyê belav kirine 2 endamên HDP’ê hatibûn destgîrkirin û piştre hatin berdan. Polîsan dest danîn ser 50 kolîyên alîkariyê û diyar kir ku ji xeynî Koma Piştgiriya Civakî ya Vefayê nabe ku kes alîkariyê belav bike.

Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk jî diyar kirin ku ji 1’ê Nîsanê heta niha 14 bijîşk û 24 xebatkarên tendirustiyê ji ber koronavîrusê mirine û 3474 kes jî ji ber koronayê nexweş ketine.

KORONA LI GIRTÎGEHAN E!

Piştî ku derket holê li Girtîgeha Bûcayê testa koronayê ya girtiyekî pozîtîf derketiye, hate tespîtkirin ku testa wan 64 girtiyan jî pozîtîf derketiye.

BÎLANÇOYA LI DINYAYÊ

Li DYE 820 hezar kes nexweş ketine û 45300 kes mirin.

Li Îtalyayê 183 hezar kes nexweş ketine û 24600 kes jî mirine. 107 hezar kes jî tedawî dibin.

Li Îspanyayê jî 210 hezar kes nexweş ketine û 21700 kes jî mirine. Li Îspanyayê 100 hezar kes jî tedawî dibin. Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez diyar kir ku di nîveka Gulanê de wê qedexeya derketina derve sist bikin.

Li Fransayê jî 158 hezar kes nexweş ketine û 21 hezar kes jî mirine. Wezîrê Xebatê yê Fransayê Mûrîel Penîcaûd diyar kir ku 10 milyon kesan serî li fona betaliyê dane.

Lİ Îngîltereyê jî 130 hezar kes nexweş ketine û 17300 kes jî mirine.

Li Elmanyayê jî 148700 kes nexweş ketine û 5100 kes jî mirine.

Li Îranê jî tê diyarkirin ku daneyên rastîn tên veşartin. Rayedarên hikumetê diyar kirin ku 85996 nexweş ketine û 5391 kes jî mirine.