Dîndar: Eger dawî li tecrîdê bê anîn wê krîza aborî, civakî û siyasî biqede

Parlamenterê Wanê yê ji Partiya çepên Kesk Mahmûd Dîndar got, yekane rêya rizgariya ji krîzên aborî, siyasî û civakî bidawîkirina polîtîkayên tecrîdê ye û bang li gel kir ku bala xwe li ser mijarê be.

Parlamenterê Wanê yê ji Partiya Çepên Kesk Mahmût Dîndar tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya dema bê ji ANF'ê re nirxand.

Dîndar diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye û anî ziman ku tecrîd li ser tevahiya herêmê tê ferzkirin. Dîndar pêvajoya çareseriyê bi bîr xist ku sala 2013'an destpê kir, 2 salan dewam kir û diyar kir ku welêt feydeyê wê pêvajoyê dît. Dîndar got, "Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Em zanin ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin ti pirsgirêk çareser nabe. Tecrîd li ser gel, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyan tê pêkanîn. Rakirina tecrîdê wê pêşî li Tirkiyeyê veke. Hikumeta AKP-MHP'ê welat bi welat digere û hewl dide xwe ji tengaviya aborî rizgar bike. Sedema van hemûyan jî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e. 30 meh in destûr nayê dayin ku Abdullah Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne. Ocalan beriya niha gotibû, 'Ez dikarim vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikim'."

Dîndar destnîşan kir ku aktorê bingehîn ê bidawîkirina şer û pêvajoya krîzê Abdullah Ocalan e û anî ziman ku divê teqez ji fikir û gotinên Abdullah Ocalan sûd bê wergirtin. Dîndar got, "Ne tenê Partiya Çepên Kesk divê partiyên din hemû bi ser mijara tecrîdê ve dakevin. Sedema pirsgirêkên me yên aborî, siyasî û civakî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Herî zêde hikumet bi rola Abdullah Ocalan baş zane. Ti wateya xwe nîne ku derî bi derî bigere û hewl bide ji welatan pere bîne. Aborî bi vî rengî sererast nabe, ne tenê aborî ti pirsgirêk bi vî rengî çareser nabe. Pêwîstiya vî welatî bi aştî, aramiyê heye, lewma em ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bişikînin. Ji xwe di bernameya partiya xwe de em vê yekê nîqaş dikin. Ji bo welat ji pirsgirêkan rizgar bibe divê beriya her tiştî tecrîd bê şikandin. Em ê tevî gelê xwe li her qadê bînin ziman."