Dînazorên Spînosaurus di nav avê de dijiyan
Dînazorên Spînosaurus di nav avê de dijiyan
Dînazorên Spînosaurus di nav avê de dijiyan
Têkildarî lêkolînên li ser dînazorên berî niha bi 60 milyon sal tune bûn, yeka din zêde bû. Derket holê ku dînozorên Spînosaurus aegyptiacus ên fosîlên wan li Fasê hatin dîtin di nav avê de dijiyan.
Heta der barê dînazoran de dihat gotin ku li ser erdê dijiyan û pir kêm diketin avê. Lê belê li Zanîngeha Chîcago di encama xebata zanyarên Elman û Fasî de modeleke dînazorê li Fasê hat dîtin bi rêya dîjîtalê ji nû ve hat çêkirin.
Ekîba lêkolînê ya di pêşengiya paleontologê Fasî Nîzar Îbrahîm, hestiyên berê li Misrê hatine dîtin bi fosîlên nû yên bi Spînosaurus re xizm in kirin yek. Di encama wê xebatê de derket holê ku dînozerê Spînosaurus Aegyptîacus ji teriyê heta devê xwe nêzî 15 metre ye.
Di encama xebatê de derket holê ku devê dînazor dişibe yê tîmsahan, li ser pişta wî striyên tûj hene.
Di xebatê de li gor anatomiya beden hin agahiyên der barê cihê cihê jiyana dînazoran de jî hin agahî hatin wergirtin. Li gor wê hat fêmkirin ku hestiyên lingên dînazor kurt bûne û ev rewş hê zêdetir di sewalên di nav avê de dijîn tên dîtin. Amgo tê texmînkirin ji ber giraniya bedena dînazor ber bi pişt ve ye, hêsan dike ku di nav avê de avjêniyê bike. Li gor vê teoriyê dînazor teriya xwe ya dişibe y tîmsah ji bo di nav avê de hê rehettir tevbigere bi kar dianî.
Her çiqasî tê zanîn ku dînazoran sewalên avê yên wek masî dixwarin jî tê texmînkirin ku ji bestên avê xwe xwedî dikirin. Lê belê di lêkolînan de derket holê ku Spînosaurus dema di avên kûr de avjênî dikir masî digirtin.