Dîmenên lînçkirina Çetîn di dosya dozê de ne
Dîmenên lînçkirina Çetîn di dosya dozê de ne
Dîmenên lînçkirina Çetîn di dosya dozê de ne
Der barê bûyera qetilkirina Mahîr Çetîn ê ji ber bi Kurdî axivî li navçeya Antalya Kaşê bi lînçê hat qetilkirin de, dîmenên dema lêdanê derketin holê. Di dîmen de nêzî 15 kes, 10 saniyeyan bi pihîn û kulman li Çetîn didin û wî qetil dikin.
Der barê bûyera qetilkirina ciwanê kurd Mahîr Çetîn (20) ê li navçeya Antalya Kaşê ji ber bi Kurdî axivî bi lînçkirinê hat qetilkirin de, dîmenên kameraa ewlekariyê derketin holê.
Mahîr Çetîn ê ku di şeva 3'ê Îlonê de piştî ku karê wî qetiya bi pismamê xwe Vedat Çetîn re çû barekê, di dema derketina ji barê de, ji ber ku bi Kurdî axivîn, rastî êrîşa komekê hat. Çetîn diyar kir ku êrîşkaran bi gotina 'Kurdên Pîs' heqaret li wan kirine û piştre êrîş kirine. Çetîn ê ji ber pihîn û kulmên di vê êrîşê de xwar, xwîn rijiya ser mejiyê wî û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ciwanê Kurd Çetîn li gundê Sînan ê ser bi navenda Êlihê roja 5'ê Îlonê hat veşartin.
Di lêpirsîna li ser bûyerê de, roja 4'ê Îlonê 7 kes hatin binçavkirin. Piştî wergirtina îfadeyan 6 kes hatin berdan û xwendekarê zanîngehê Mehmet Alî Çakmak ji aliyê dadgeha lê hat darizandin ve, hat girtin.
Lêpirsîna dozgeriyê ya li ser bûyera kuştina Mahîr Çetîn dewam dike û dîmenên şeva bûyerê yên kameraya ewlekariyê li dosyayê hatin zêdekirin.
Di dîmen de xuya dike, ku di şeva 3'ê Îlonê de di dema derketina ji barê de komek bi Mahîr Çetîn û pismamê wî re nîqa dikin û Çetîn û pismamê xwe bi israr hewl didin ji cihê bûyerê biçin. Lê belê kesekî ji vê komê bi bez kulmekê lê dide û piştre nêzî 15 kes bi pihîn û kulman li Çetîn didin. Ji ber derbên giran Çetîn dikeve erdê. Li erdê jî bi qasî 10 saniyan bi pihîn û kulman li Çetîn didin. Piştre Vedat Çetîn ê hewl dide pismamê xwe biparêze jî rastî êrîşa komê tê.