Dîmenên çalakiya gerîlayên HPGê ya li hemberî Qerekola Angul ya girêdayê navçeya Licê ya Amedê ku di 16ê mijdarê de pêk hat, hate weşandin.
Navenda Çapemen-Ragihandina HPGê (HPG-NÇR) ragihandibû ku, êrîşa li dijî qereqolê çalakiyekî fedaiyane bû û aşkera kiribû ku di vê çalakiyê de 36 leşker hatibûn kuştin. Di daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku, di encama çalakiya bi 4 ton teqemeniyê hatî pêkanîn de, 10 çeperên leşkeran, tankek, çeperê çeka A4, cebilxaneya qereqolê û konteynirên li derdora qereqolê hatine rûxandin.
Di dîmenan de tê dîtin ku, teqînek tund çêdibe, guriya agir bimetreyan bilind dibe û dukêlekî mezin çêdibe. Hatibû ragihandin ku, piştî çalakiyê di operasyona ku artêşa Tirk dayî destpêkirin de 6 leşker hatine kuştin. Rayedarên Tirk îdîakiribûn ku, di teqînê de windahiyên can û birîndar çênebûne.
Gerilla Tv dîmenên 3ê Mijdarê yên êrîşa gêrîlayên HPGê ya li dijî Qereqola Duru ya Lîceyê 9ê Mijdarê weşandibû. Balkêş bû ku cara yekem bi du kamerayan ji nêz ve êrîş hatibû kişandin. Di qereqola ku 45 deqîqeyan de ji aliyê gêrîlayan ve hate bidestxistin, aşkera kiribû ku 26 leşker hatine kuştin. Hatibû ragihandin ku, di çalakiyê de tankek, çeka otomatîk ya giran A4 û dûçkayek hatiye rûxandin, her wiha dest danîne ser 2 çekên G3 û 6 şarjorên aydê çekê û nasnameya leşkerekî.