Diljar Hazar û hevalên wî li Gîessenê hatin bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê Diljar Hezar (Rojhat Zelal ) û 9 hevalên wî ku navbeyna 8-11’ê Hezîranê de li qada Bestayê ya Şirnexê bi encama êrîşên artêşa Tirk şehîd bûbûn, li Gîessenê hatin bibîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Diljar Hezar (Rojhat Zelal ) û 9 hevalên wî ku navbeyna 8-11’ê Hezîranê de li qada Bestayê ya Şirnexê bi encama êrîşên artêşa Tirk şehîd bûbûn, li Gîessenê hatin bibîranîn.
Li bernameya bîranînê ku li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi tevlêbûna ji 300’î zêdetir Kurdistanî pêk hat, her wiha şandeyeke ji Yekîtiya Sûryaniyan Ewropayê (ESU), wekîlê berê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û melayê Mizgefa Ibrahîm Xelîl a Rodelheîmê Şefîk Çoban jî hazir bûn.
Bername bi xwendina mewlûdê û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Mele Şefîk Çoban bal kişande ser mertebeya şehîdan û got, ‘’Şehîdbûna heqîqî ev e. Hz. Muhammed gotiye kî di ber mal, dîn, can, xak û namûsa xwe de bimire ew şehîd e. Weke pêxemberê Xwedê gotî ne tenê ji bo dîn, yê ku di ber mal, xak û namûsê de bimire jî şehîd e.’’
Wekîlê berê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî got got divê mirov li mîrateya şehîdan xwedî derkeve.
Di bernameyê de nameya Fermandariya Qada Botanê ya HPG’ê ku ji bo şehîd Rojhat Zelal hatibû şandin, ji hêla xaltiya şehîd, Songul Agirman ve hate xwendin.
Agirman got, ‘’Diljar gotibû, ‘’Ez li dijî zilma ku dewlet li gelê me, li ciwanan dike, tevlî nav gerîla dibim’’. Temenê wî biçûk bû lê gihaştî bû. Ez dixwazim bibêjim, em ê li bîranîna wan xwedî derkevim.’’