Dîlgirtiyên Elman di berdêla çi de tên berdan?

Davîd Brîtsch ku di dema heca Xiristiyanan de li Antakyayê hate binçavkirin û ji meha Nîsanê ve li girtîgehê bû hate berdan.

Davîd Brîtsch 21'ê Mijdara 2016'an ji bajarê Schwerîn ê Elmanyayê bi rê ketibû. Dixwest heta Qudsê bimeşe û meşa hecê ya Xiristiyanan pêk bîne. Bi vî rengî bibe xwedî statuya hecî. Lê belê di rê de dîl hate girtin û bû yek ji welatiyên Elman ên ji aliyê rejîma Erdogan ve hate girtin.

Brîtsch meha Nîsanê li Antakyayê hate binçavkirin û 5 mehan li girtîgeheke li Erzûrûmê ma. Brîtsch di şeva Noelê de serdana kampa Aûschwîtzê kir ku kalkê wî û pîrka wî lê hatin girtin û piştre bi rê ket. Ji ber ku li Stenbolê li mala malbateke Kurd ma, bala polîsên Tirk çûbû ser wî.

Hêzên dewleta Tirk bawer nekirin ku Davîd Brîtsch rêwîtiya hecê dike û ji ber vê yekê gelek astengî derxistin pêşiya wî. Ji ber ku derfet nedît bi keştiyê biçe Îsraîlê, Brîtsch xwest bi rêya bejahî ji Sûriyeyê derbas bibe.

Duh agahî ji hevsera wî a li Elmanyayê re hate dayin û hat gotin ku Brîtsch hatiye berdan û niha li Stenbolê ye. Tê payin ku Brîtsch îşev bi balafirê bigihêje Hambûrgê.

Pêvajoya berdana dîlgirtiyên Elman meha Cotmehê dest pê kiribû. Aktîvîstê mafên mirovan Peter Steûdtner ku 5'ê Tîrmehê di semînereke li Buyukadayê hate binçavkirin û piştre hate girtin, destpêkê ew hate berdan.

Binçavkirin û girtina Steûdtner kiribû ku têkiliyên navbera hikumeta Merkel û desthilatdariya Erdogan bê ber qutbûnê. Mijara berdana Steûdtner di encama bazariyê de, demeke dirêj di rojevê de ma. Ji ber ku heman piştî girtina Steûdtner Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel dabû xuyakirin ku li ser Tirkiyeyê hin pêkanînan ferz dikin.

Piştî ku Steûdtner, Tolû û herî dawî Brîtsch hatin berdan, hejmara welatiyên Elman ên di dema dawî de li Tirkiyeyê ji ber armanca siyasî hatin girtin, daket 7'an. Lê belê nayê eşkerekirin bê desthilatdariya Erdogan di berdêla çi de dîlgirtiyên Elman berdaye.

Beriya berdana Steûdtner Serokwezîrê berê yê Elmanyayê Gerhard Schroder bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re rûniştibû û hatibû gotin ku vê hevdîtinê bandor li berdana Steûdtner kiriye.

Balkêş e ku piraniya pêkanînên ku hikumeta Elman gotibû wê li ser Tirkiyeyê ferz bike, bi cih nehatin anîn.