Dîktatoriya Erdogan li Stockholmê hate nîqaşkirin
Binpêkirina mafên mirovan û hiqûqê ji aliyê AKP'ê ve, li Stockholmê di semînerekê de hate nirxandin.
Binpêkirina mafên mirovan û hiqûqê ji aliyê AKP'ê ve, li Stockholmê di semînerekê de hate nirxandin.
Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re û Navenda Lêkolînên Marksîst, li Navenda Perwerdeya Kar a li paytexta Swêd Stockholmê semînerek li dar xist.
Rojnamevan Joakîm Medîn, Seroka Seksiyona Swêdê ya Komîsyona Hiqûqnasan a Navneteweyî Maî Greîtz û Parlamentera Êlihê ya HDP'yî Saadet Becerîklî weke qiseker beşdarî semînerê bûn.
Seroka SolKurd Ann-Margarethe Lîvh di destpêka semînera bi sernavê "Dozên li HDP'ê hatine vekirin û rewşa li Tirkiyeyê" axivî û anî ziman ku zexteke giran û êrîş li HDP'ê û gelê Kurd tên kirin.
Lîvh destnîşan kir ku nerazîbûna civaka sivîl a li dijî van êrîşan qels e û destnîşan kir ku weke komîteyê ew ê piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re xurtir bikin.
'DIXWAZE ÇAVÊN GEL BITIRSÎNE'
Rojnamevan Joakîm Medîn jî ku di dema berxwedana Kobanê de rewşa li Rojava û Kurdistanê li cih şopand, diyar kir ku têkçûna çeteyên DAÎŞ'ê li Kobanê û serketina HDP'ê di hilbijartina Hezîrana 2015'an de, hikumeta AKP'ê û Erdogan tirsandiye. Medîn destnîşan kir, Erdogan ê ku ji jidestdana desthilatdariya xwe ditirsiya, dawî li 'pêvajoya aştiyê' anî û berê xwe da polîtîkaya şer.
Medîn da xuyakirin ku Erdogan hewldana darbeyê ji xwe re weke firsendekê dît û zextên li ser mûxalefetê, medyayê, rewşenbîran û bi taybetî jî zext û êrîşên xwe yên li ser HDP û DBP'ê giran kir. Medîn bi rêya wêneyên kişandî qala van zext û zordariyan kir û got, desthilatdariyê ji bo pêşî li rexneyan bigire û gel bitirsîne, dest bi girtina mirovan kir.
'ÎDÎAYÊN KU DEMÎRTAŞ Û HDP PÊ TÊN SÛCDARKIRIN, BÊ BINGEH IN'
Seroka Seksiyona Swêdê ya Komîsyona Hiqûqnasan a Navneteweyî Maî Greîtz, ku ji bo tevlî rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bibe çû Tirkiyeyê, anî ziman ku Tirkiye li gorî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî yên bi xwe jî îmze kiriye, tevnagere.
Greîtz diyar kir ku îdîayên Demîrtaş û parlamenterên HDP'yî pê tên sûcdarkirin bê bingeh in û ragihand, hewl tê dayin HDP'yî ji ber axaftinên xwe bên cezakirin.
'DIVÊ DOZ BETAL BIBE'
Greîtz bi bîr xist ku bi hezaran endamên HDP'ê û rêveberên şaredariyan bi îdîaya "endametî û alîkariya ji bo rêxistina terorê" hatine girtin û got, "Lê belê ti delîl nîne ku vê yekê piştrast bike. Hewl didin axaftinên wan, xwepêşandanên tevlî bûne û daxuyaniyên dane, weke delîl nîşan bidin."
Greîtz diyar kir ku rêveberên HDP'yî dernaxînin pêşberî dadgehê, pêşî li mafê wan ê parastinê tê girtin û got, "Dozgerê ku gilîname li dijî Demîrtaş amade kiriye, bi xwe jî tê darizandin. Lazim e ev doz betal bibe... Parêzerên ku muwekîlên xwe diparêzin jî tên sûcdarkirin. 19 parêzerên ku HDP'yiyan diparêzin girtî ne."
Greîtz destnîşan kir ku hikumeta Tirk ji bo cîhana derve bi rastiyan nehese, nahêle ku çavdêrên navneteweyî tevlî rûniştinan bibe.
'DI DEMA AKP'Ê DE BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN DERKET ASTA HERÎ BILIND'
Parlamentera Êlihê ya HDP'yî Saadet Becerîklî jî anî ziman ku di her serdemê de li Tirkiyeyê mafên mirovan hatine binpêkirin, lê di nava 2 sal û nîvên dawî yên desthilatdariya AKP'ê de binpêkirina mafên mirovan derketiye asta herî bilin.
Becerîklî komkujiyên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Hezex û Şirnexê bi bîr xist û got, "Li van cihan sivîl hatin kuştin. Pêwîstî pê nedîtin ku vê yekê veşêrin."
Becerîklî da xuyakirin ku ligel hemû gef û zextên AKP'ê jî gelê Kurd bi cihê xwe dizane û bi bîr xist ku li gel şewitandina avahiyan, bombekirina mîtîngan, zext û êrîşên giran jî di hilbijartina Mijdara 2015'an de HDP ji nû ve şand meclîsê.
'DIVÊ CÎHANA DERVE LI BER KOMKUJIYAN Û BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN RABE'
Saadet Becerîklî anî ziman ku cîhana derve li pêşberî binpêkirina mafên mirovan a 2,5 salên dawî yên li Tirkiyeyê bêdeng e û ew vê xemsariyê fêhm nakin. Becerîklî bang li raya giştî ya demokratîk a li Ewropayê kir ku li ber komkujî û binpêkirina mafên mirovan ên bi destê AKP'ê ve tên kirin, rabin.