DÎH: Em ê hesab ji sermayedaran bixwazin
DÎH: Em ê hesab ji sermayedaran bixwazin
DÎH: Em ê hesab ji sermayedaran bixwazin
Tevgera Karkerên Şoreşger (DÎH) ji bo şermezarkirina karesata di şantiyeya Torunlar GYO ya 10 karkeran jiyana xwe ji dest dan meşek li dar xist.
Endamên DÎH ên ji Mizgefta Şîşlî ber bi şantiyeya ji 10 karkeran re bû gor ve meşiyan, cinayetên kar şermezar kirin. Karkerên ku di bin dorpêça polîsan de pankarta “Ne qeza komkujî em ê hesab pirs bikin” vekirin bi dirûşmAyan meşiyan. Parlamenterê Stenbolê yê CHP’ê MAhmut Tanal jî ji bo piştgiriyê di meşê de amade bû.
Endamên DÎH ên bi dirûşmAyan hatin ber Torun Center daxuyaniyek dan. Li ser navê endamên DÎH Turkan Albayrak axivî. Albayrak got ku duh li Soma û îro jî li Torun Tirkiye, veguheriye welatekî qirkirina karkeran. Albayrak bi bîr xist ku ji ber patronê milyoner ê Torun Center Azîz Torun pere ji berîka xwe dernexistiye û asansor tamîr nekiriye 10 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Albayram anî ziman ku sûcdarê esasî yê van cinayetên kar pergal e û wê hesab ji vê sîstema jiyana karkeran tine dihesîbîne bipirsin.
Piştî axaftinê di navbera komê û polîsan de aloziyeke demkurt rû da. Girse paşê bi stranên Grup Yorum belav bû.