Dîe Zeît: Divê Elmanya li pêşberî Kobanê bêdeng nemîne

Dîe Zeît: Divê Elmanya li pêşberî Kobanê bêdeng nemîne

Rojnameya Elmanyayê Dîe Zeît di nûçeya ku weşan de polîtîkaya hikûmeta federal a der barê çeteyên DAIŞ’ê de bi tundî rexne kir. Rojnameyê diyar kir ku nêzîkatiya hikûmetê ne rast e û got ku hikûmeta Federal  a alîkariya çekan da Iraqê ji bo Kobanê jî tenê temaşevan dimîne.

Rojnameya ku heftane tê weşandin di hejmara xwe ya dawî de nûçe-şîroveyeke ku li ser nêzîkatiya hikûmeta Merker a li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi berfirehî nirxand. Nivîsa bi îmzeya Murîel Reîchl bi ser navê “Hikûmeta Federal–Kurdên Baş, Kurdên Xerab’ weşand.

Rojnameger der barê êrîşên çeteyan li hemberî Kobanê wiha got: “Nêzîkatiya hikûmeta Federal ne wekhev e. Serokwezîr Merkel ji bo Êzidî  ji xetereya qirkirinê bên rizgarkirin gotibû em çekan dişînin. Niha jî li dijî êrîşên dijwar yên li hemberî Kobanê tenê wek temaşevan dimîne.

KURDÊN BAŞ Û XERAB!

Rojnameyê da zanîn ku ji bo Kurdên Sûriyeyê yê di bin êrîşa DAIŞ’ê de ne, alîkarî nayê dayîn û her wiha rojnameyê ji bo vê şîroveya ‘Cihê Kurdên li wir dimîne şaş e’ kir û got ku Merkel di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de cudakariya Kurdên Baş û Xerab dike.

Rojnameyê da zanîn ku derziya nîjadperestiya Rojhilata Navîn li polîtîkaya derve ya Elman tê xistin û wiha berdewam kir: “Berpirsyariya Elmanyayê ne ku Kurdên Xerab û Baş ji hev veqetîne. Wezîrê Parastinê li dijî qirkirina Kurdên Iraqê derket lê ji bo yên Sûriyeyê tiştek nebû. Ev şermeke mezin e. Tişta ku divê Elmanya bikeve ev e ku piştgiriyê bide hêzên ku li dijî DAIŞ’ê têdikoşin. 

Her wiha divê Elmanya Tirkiyeyê bikişîne nava mudaxaleyê. Tirkiye divê ji bo parastina kêmarên herêmê piştgiriya çekan bide. Nêzîkatiya Tirkiyeyê pirsnîşanan çêdike. Lê niyeta Tikriyeyê ev e ku PKK’ê li dijî DAIŞ’ê bê çek bihêle.”