DÎDF: Berpirsyarê komkujiyên li Derya Spî welatên Ewropayê ne

DÎDF têkildarî bûyera penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyek da. DÎDF nerazîbûn nîşanî welatên Ewropayê da.

DÎDF têkildarî bûyera penaberên li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyek da. DÎDG nerazîbûn nîşanî welatên Ewropayê da û got, "Divê şert û mercên bi ewle yên ji bo starê bên afirandin. Ji bo kesên bi rastî mafê rûniştin û û bicihbûnê heqê wan e bê dayîn.”

Desteya Rêveber a Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF), têkildarî karesata du keştiyên ji Lîbya rabûn noqî avê bûn û zêdetirî 1300 penaberî jiana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DÎDF’ê got, "Li Derya Spî, trajediyeke mezin a mirovatiyê tê jiyîn. Di du hefteyan de ji ber du keştî noqî avê bûn, zêdetirî 1300 penaberî jiyana xwe ji dest da. Li hember vê komkujiyê daxuyaniyên dewletên Ewropayê bi temamî durûtî ye.”

DÎDF wiha dewam kir, "Divê şert û mercên bi ewle yên ji bo starê bên afirandin. Ji bo kesên bi rastî mafê rûniştin û bicihbûnê heqê wan e bê dayîn.”

DÎDF herî dawî ev bang kir, "Em bang li tevayî raya giştî dikin ku li hember trajediya mirovatiyê ya li Derya Spî, bi hestyar tevbigerin, li hember polîtîkayên penabertiyê yên derveyî mirovatiyê yên hikûmetan bikevin nav tevgerê.”