Dibistanên Kurdî hatin girtin

Dibistanên Kurdî hatin girtin

Polîsan bi tundî êrîş li welatiyên li ber Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku duh hate morkirin û mora wê jê hate kirin kir û careke din dibistana Kurdî morkirin. Bi êrîşa polîsan di navbera gel û polîsan de li derdora dibistanê pevçûnan destpê kir. Li Cizîr û Geverê jî dibistan hatin girtin.

Ji 3 dibistanên perwerdehiya Kurdî bidin ên hatin vekirin yek jî Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li navçeya Rezan a Amedê bû. Piştî duh vekirina dibistanê pêk hat polîs hatin dibistanê û dibistan mor kiribûn. Serê sibê welatiyên li ber dibistanê kom bûn mora dibistanê jê kirin û ketin dibistanê. Piştî vê yekê gelek polîsên çewîk bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan hatin ber dibistanê. Polîs demekê li ber dibistanê rawestiyan û piştre ketin baxçeyê dibistanê û xwestin dibistanê careke din mor bikin.

Li ser vê yekê xwendekar, malbat û gelek kesên din li ber dibistanê bûn mertal. Di hevdîtinên bi polîsan re hatin kirin tu encam derneketin û pişt re polîsan bi tund bi bombeyên gazê, ava şid û copan êrîş welatiyan kir û darp kirin. Polîsan piştî êrîşa tund ketin dibistanê û careke din deriyê dibistanê mor kir. Polîsan ava şid avête rojnamegerên bûyer dişopandin jî.

Welatiyan jî bi bi keviran bersiva polîsan da û li ser vê yekê bûyeran dest pê kir. Bûyerên bi êrîşa polîsan destpê kirin berdewam dikin.

DIBISTANÊN LI CIZÎR Û GEVERÊ JÎ HATIN GIRTIN

15’ê Îlonê li Amedê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger, li Gevera Colemêrgê Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş, li navçeya Şirnex a Cizîrê jî Dibistana Seretayî ya Bêrîvan hatin vekirin.

Dibistana li Geverê vê sibehê ji aliye polîsan ve hat girtin. Bi heman awayî Dibistana Seretayî ya Bêrîvan jî îro saet 05.00’an ji aliyê polîsan ve bi sedema biryara Walîtiya Şirnex hat girtin.

Mohrkirina dibistanên ji bo perwerdeya Kurdî hatin vekirin ji aliyê endamên KURDÎ-DER li Îzmîr û Antalya hatin şermezarkirin. Li Şirnexê jî ji bo bi serdena zarokan dersa bi Kurdî hatin dayîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê nerazîbûn nîşanî qedexeya hikûmeta AKP'ê ya li ser zimanê dayikê da. KCK'ê bang li gelê Kurd kir ku xwedî li dibistanên xwe derkeve û got, "Di serî de gelê Amedê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê û dostan dikin ku xwedî li dibistanên xwe derkevin, wan vekin, biparêzin û çalakiyên boykotê mezintir bikin."

LI DIJÎ GELÊ KURD PÊKANÎNA QIRKIRINÊ  YE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), der barê dibistanên Kurdî yên duh hatin vekirin lê di heman rojê de ji aliyê Hikûmetê AKP'ê ve mora girtinê li wan hat xistin de, daxuyaniyek da.

KCK'ê diyar kir ku ya hatiye kirin êrîşeke ji rêzê nîne 'li dijî gelê Kurd pêkanînek qirkirinê ye' û destnîşan kir ku ev pêkanîn durûtiya Hikûmeta AKP'ê ya di mijara çareseriyê de raxistiye pêş çavan.

KCK'ê bang li gelê Kurd kir ku qedexeyê nas neke, xwedî li dibistanên Kurdî derkeve, wan ji nû ve veke û boykotê mezintirk bike.