Dibe ku bi hev re gelek bobelatên sirûştî biqewimin!
Li gorî lêkolînekê ya ku di kovara Nature Clîmate Change de weşiyayî, bi germbûna global re li cîhanê li gelek herêman bi hev re bobelatên kîşwerê dibe ku bibin.
Li gorî lêkolînekê ya ku di kovara Nature Clîmate Change de weşiyayî, bi germbûna global re li cîhanê li gelek herêman bi hev re bobelatên kîşwerê dibe ku bibin.
Li gorî lêkolîneke ku pisporên Enstîtûya Biyolojiya Deryayê ya Zanîngeha Hawaiyê kirî, ber bi dawiya sedsalê ve li hin herêmên cîhanê bi hev re dibe ku gelek bobelatên ji kîşwerê pêk werin. Di nav bobeletan de ziwabûn, şewat, zêdebûna asîta okyanosan, rabûne çeman û bahozê hate nîşandan.
Li gorî lêkolînê bobelatên ji ber germbûna global bêhtir wê li herêmên tropîkal ên di navbeyna derya û okyanosê de bixe. Li gel vê li herêmên nêzî cemseran bobelat wê kêmtir bin.
Li New Yorkê ku hee germbûna global 2 pîle be, heman demê du bobelatên sirûştî dibe ku biqewimin.
Heke germbûna global di ser 2 pîleyan re be li New Yorkê heman demê dibe ku 4 bobelatên sirûştî yên ji hev cuda jî çêbibin. Meksîko, Los Angeles an jî Sydney û bajarên din ên cîhanê jî wê bi heman çarenûsê bin.
BÊHTIR WÊ BANDORÊ LI SER HERÊMÊN ZIWA Û HÊWÎ BIKE
Bi germbûna global re bêhtir li herêmên ziwa wê, wê ziwabûn û şewat zêdetir bin. Li herêmên hêwî jî wê şilî zêde bibe, çem rabin û li okyanosên germ jî wê 'bahozên xurt' rabin. Mînak par li eyaleta Florîdayê ya DYA'yê şewateke mezin ji ber ziwabûn û germa zêde çêbû, bagera Mîchael bû sedema ziyana bi milyaran dolar.