Di xwepêşandana Elmanan de ala YPG'ê hate hildan

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê bi deh hezaran kes daketin qadan û li dijî nîjadperestî û kiryarên tund ên polîsan ên li eyaletê meşiyan. Di xwepêşandanê de ala YPG'ê hate hildan.

Li Bayernê ku bi nifûsa xwe ya ji 13 milyonî duyemîn mezintirîn eyaleta Elmanyayê ye, beriya hilbijartina Parlamenta Eyaletê ya 14'ê Cotmehê bi deh hezaran kes daketin qadan û li dijî rastgiriya tund û kiryarên tund ên polîsan ên li eyaletê meşiyan.

Çalakî bi wesîleya salvegera yekbûna her du Elmanyayan li paytexta eyaletê li Munchenê pêk hat û zêdeyî 40 hezar kes tevlî bûn. Xwepêşandêran li dijî Serokwezîrê Eyaletê Markûs Soder ê ji Partiya Yekîtiya Sosyal a Xiristiyan (CSU) û Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer dirûşm qîriyan.

Çalakî ji aliyê saziya bi navê "NoPAG" ve hate organîzekirin ku ev sazî li dijî zêdekirina erka polîsan a li eyaleta Bavyerayê ava bûye. Di çalakiyê de êrîşên rastgirên nîjadperest hatin şermezarkirin.

STRANBÊJ KONÎG ALA YPG'Ê LI SER DIKÊ VEKIR

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Stranbêj Johennes Konîg ji bo siyaseta qedexekar a polîsên Bayernê ya li dijî YPG û YPJ'ê şermezar bike, aleke mezin a YPG'ê bi dikê ve kir. Konîg ji ber ku lînka nûçeyeke ji ala YPG'ê li hesabê xwe yê medya civakî parve kiribû, ketibû ber lêpirsînê.

Konîg helwesta yekîneyên ewlekariyê yên ya Eyaleta Bayernê bi tundî şermezar kir û got, "Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn û yekîneyên ewlekariyê yên dewletê ne destûra bingehîn, ne jî dewletê diparêzin. Divê ev sazî tavilê werin rakirin."

Polîsan nekarîn xwe li ala li ser dikê rabigirin û bi gotina "Em ê der barê organîzatorên xwepêşandanê de lêpirsînê vekin" gef xwarin. Ala YPG'ê demekê li ser dikê ma û piştre li ber çepikên ku ji bo şermezarkirina polîsan hatin lêdan, hate daxistin.