Di teqîna li Hatayê de hêjmara miriyan giha 14’an

Di teqîna li Hatayê de hêjmara miriyan giha 14’an

Di teqîna roja Dûşemê li Deriyê Sînor Cîlvegozu yê navçeya Reyhanli yê Hatayê de hêjmara miriyan giha 14’an.

Daxuyanî Wezîrê Navxweyî Muamer Guler da. Guler ev agahî dan: “Plaka wesayîtê ya Sûriyeyê ye. wesayîtekî gewir ya taybet bû. Di demjimêr 14.30’an de tê park kirin. Teqîn di demjimêr 14.37’an de rû da. Piştî wesayît tê park kirin, sê kes jê derdikevin. Jinek, zilamek dema wesayîtê park dikin dîsan vedigerin aliyê Sûriyeyê, yê din dikeve Tirkiyeyê. Em li ser dixebitin ka hedef Tirkiye bû yan li hember kesan bû. Ihtimale terrorist  yê Sûriyeyê ye. hêjmara miriyan jî giha 14’an.”

Guler li ser mijara wesayîta tejî teqemenî çawa bi hêsanî sînor derbaz kir, wesayît park kir û bi heman hêsantiyê ew kes dîsan vegerîn zelal nekir.

Têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê gihabûn wê astê ku heta civînên lijneya wezîran li gel hev dikirin, piştî bûyerên Adara 2011’an de hemû tişt qutbûn. Tirkiye li dijî rejima Esad piştgiriya diplomatîk, aborî û çekan dide komên çekdar. Komên çekdar bi hêsanî bi çekên xwe ve ji sînorê Tirkiyeyê derbazî Sûriyeyê dibin û derdikevin.