Di ser Roboskî re leşker hatin veguhastin
Ji Şirnexê ber bi Elkê û Colemêrgê ve duh êvarê gelek leşker di ser Roboskî re hatin veguhastin.
Ji Şirnexê ber bi Elkê û Colemêrgê ve duh êvarê gelek leşker di ser Roboskî re hatin veguhastin.
Terora dewleta Tirk a li bajarên Kurdistanê dewam dikin. Duh êvarê ji Şirnexê ber bi Elkê û Colemêrgê ve gelek leşker û maşînên zirxî hatin veguhastin.
Konvoya ji dehan maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî û kobra, di ser gundê Roboskî yê Qilabanê re derbasî Colemêrgê bû.
Di nava konvoyê de 6 mînîbusên tîmên tevgera taybet ên Tirk tê de bûn, tevî wesayîtên jammer, derbas bûn.